Ji bo te yarê- Şêrzad Zeynelabidîn

Ji bo te yarê

Evro bi erebî , me nahêt helbest

Ji bo te yarê , kurdî ye elqest

Da bikem behsê , vê nazenînê

Evê Sitî yê  , Leyla  û Zînê

 Çawa li pawîz ê ,  şeva min geşkir

Çavê neyara ,  wê tijî heş  kir

Stêra dibînim , pirşeng û geş tir

Tama jiyanê ,  sed cara xweş tir

 Şev li min kire roj , pawîz jî bihar

Ew kaniya hişk  bû y, bo av û cobar

Helal û şlêr , nêrgiz û esmîn

Tevrî û kinêr , xemlandin Metîn

Ew çiyayê min , gevisk lê kirî

Ew lûşa çû y mê , û min nekirî

Evro ez zivrîm , berî wê rojê

Min jê bir kabûs , yê mîna nojê

Çil kanî derbûn , û hatne xarê

Hirmêna avê  , bêhna biharê

Şalûl vegerhan ,  bi coş dixwînin

Bêrî ji mexela , şîrî di înin

Li gera govendê , awaz dibarin

Şil û mil hatin , tev kofî xarin

Êka li ser çemkî , pir şox û naze

Çiya delale, ku dil dixaze

Berî te bînim , min nebû hedar

Min nebû xoşî ,  û sebr û qerar

Bê ser digerham , hero li şînwara

Axînk min diçandin , li çol û beyara

Rojeka aram ,  li min hizret bû

Jî hemî tehlî , dil jî let let bû

Tu hatî u bihar ,  hate vî milî

Bakê siharê  , sivik li ser dilî

Belkî wez bijîm  , rojek bi şadî

Verevin ewir , her tu miradî

An jî wez bijîm , rojek serferaz

Her tu yî awat ,  hem merem û raz.

Şêrzad Zeynelabidîn

22/11/2017