Avesta Xabûr¹- Beyar Robarî

Avêsta!

Ey xweşewîsta xwedî soz

Ey neviya peyxemberê aştîdoz

Bilind hilde enî wek dargoz

Tûyî destûr û pirtûka me ya pîroz

**

Avêsta!

Ey şêra Efrîna şêrîn wek roj

Û serbaza xwedî bîrdoz

Te bi cî anî sonda xwe û soz

Tu rê nedî dijmin qerêj wek mêşemoz

Bigire ji axa Efrîna pîroz

Mitirek an bostek an toz

Canê bû soj û bi xwe re birin dijmin wek volkan û bahoz

**

Avêsta!

Tu şêrîn û buhayî liber dilê kurdperweran wek roj

Û cangoriya te giranbuha ye wek Newroza pîroz.

28 – 01 – 2018

——————————————————————–

Avêsta Xabûr:

Şervanek kurd e û navê we yê rastî (Zelûx Hemo ye). Ew sala 1998, li gundê Bîlê navçeya Bilbilê, ji dayîka xwe bûyî. Û roja şemiyê 27 – 01 – 2018, li gundê Hemamê- navçeya Cindirêsê, di nav komek leşkerên Tirk de, canê xwe teqand û bi dehan leşker bi xwe re kuştin, û axa welatê xwe bi xwûna xwe ya delal avda.

****