Barê Efrînê barek girane – Şêrzad Zeynelabidîn

Barê Efrînê , barek girane

Sivik ken barî , evro fermane

Bêdengî bese , bese xemsarî

Ma heta kengî , bi mînîn li bin barî ?

Tawane evro , bêdeng bimînin

li ber neyara , srî biçemînin

Tawana mestir , hind biçne harî

An bibne rêgir , wek koremarî

Pênosê serkut , çend bê bihaye

Çend  şermezarye , pîse mitaye

Daner û zana , hindek xwe didanin

Qeda vê bikevin , Çend dar giranin

Fermane evro , witên jê nahêt

Xema vî dilî  ,dê çawa dahêt

Çend dost û neyar , hemî diyarbûn

Nê hindek kurd jî , li kerê siyarbûn

Bûn piştevan bû , dujmin neyara

Çi bê rûmetye, nê her bo para

Basê cîhanê û ,  mafê mirova

Tif li bextê wan , wan ker û hova

Tenha bo kurda , bê ext û barin

Wîjdan qemoxtî , wan ker û hova

Tawan xuyaye , çima di kore ne ?

Bê eql û wîjdan , anjî di berzene ?

Kurdîn êk bigrin , paqijken malê

Eger na her dê  , kevîne çalê

Kurdîn dê bese ,  ka ser helînin

Dilê neyara , pêgve bikelînin

Ev sal Newrozê , bikene şahî

Ger pêgve rabin , dê hêt Ronahî.

 

Şêrzad Zeynelabidîn

02/02/2018

One Comment on “Barê Efrînê barek girane – Şêrzad Zeynelabidîn”

  1. Birîna Efrînê rê li ber me berzekirine mixabin dîsa min nîv dêr li şûna êka dî danaye û dubareye ya durist hosaye:
    Wîjdan qemoxtî , (nê seyên harin)
    Şêrzad Zeynelabidîn

Comments are closed.