Barîna¹ dêrîn- Bayar Robarî

Barîna dêrîn

Ey şerva kurda zêrîn

Te bixwûna xwe avda axa Efrîna şêrîn

Û te nehîşt bixweşî neyar bitegîn

Jiber wê wekî hovan bi canê te yî delal lîstin

**

Barîna hêja!

Gernas qerêjiyan liyaq xwe nabîne

Lê dijimnê Tirk ji hovîtiya ticar namîne

Wek cinawirê çolê hertiştî li dêv diqelbîne

Lê ewê hertim di bin sola lingê te re bimîne

**

Barîn!

Hîro tevî Kurdistan xemgîne

Û li Efrînê giran şîne .. şinê
Êş û laşê teyî bi xwîn mezin birîne

Bawerka ev qerêjiya ticar ji wan dirindare namîne

Ewên bi canê teyî pîroz lîstinî, wê hesabê xwe bibîne

Û ew nîşana li ser milê te şepalê, li erdê namîne.

01 – 02 – 2018

———————————————————

Barîn Kobanî:

Şervanek kurd e û ew hîro di şer de, li gundê Qurna – herêma Efrînê anîjiyanbû. Û hevalên nikanîn laşê wê yê pîroz ji eniya bikişandana bi xwe re bibirana. Laşe ket destên hovên Tirkan û tundrewên bi wan re şerdikinî li dijî gelê Kurd. Jiber kû hovin û dijî mirovahiyê ne, rabûn laşe şervana Kurd şewitandin.