Kela zulmê – شيرزاد زين العابدين

Bi serk da  hat kela zulmê

peyker hemî di herftîne

Temaşaken evê bezmê

ku em tevda di keyfîne

Şahî yo kê f û seyran in

Bê tirs di nivin êvariya

Bilbi l şeydayê gulan in

Pirr bi coşin li mêrg û bî ya

Evro şikest difna zordarî

Nifrîn li wan seddamî ya

Ku şîrê makerê xarî

Bin gorr bi ken Efleqiya

Hemî rojên me tazî bûn

Mirin hat bû derê xanî

Herdem axînk û gazî bûn

Hewar çû bûne asmanî

Jehr dibarî li buhara me

Gul di çirmisîn sihariya

Tev reş bi bû jiyara me

Bi bû tazî li van tevriya

Millet kir bû gola xwînê

Maf û wîjdan jî li bin piya

Kî dê saxket vê birînê

Veket tola tev gundiya

Veket tola şar û şaxa

An kanîkên berze kirîn

An jî tola dar û daxa

An zarokên Enfal kirîn

An jî tola van mişextên

Li tev cîhanê belav kirîn

An jî tola wan kotirên

Li ser hêlînê serjê kirîn

Belê çi bikem jiyar hoye

Bi bim gorî vî welatî

Dilê min şikest û pîr bûye

Bihara min direng hatî.

  09/04/2003

Roja ketina Peykerê

Hitlerê Bexda