Paşhefte bû û me ta derengî xewkir. Ez bixwe hesîm hevala min ji xew rabûyî û qehwê veduxeye.
Min avek rêt û dipêre serê xwe serşuşt û diranên xwe firçekirin û jûpan ji xwe kir û kincên malê li xwe kirin. Di wê navberê Julita taştê amedekir bû û me bihevre nanê xwe xwar.
Li ser xwarinê wê ji min pirsî û got:
Ti karî te heye hîro?
Min got:
Na, bes jiber tu derî ba dayîka xwe ye, ez dixwazim ta navenda bajêr dayêm, jiber ez jimêj de berve wir neçûmî.
Julîta: Çima na!
Jixwe padem hîro gelek başe û roya rûdaye û kes hîro li mal namîne, giştikê derên kolan û meydanan.
Min got:
Tu rast dibêjî.
Julîta:
Bi şev tê malbî an tê herî ba ti kesan?
Min got:
Na, ez hêvarî li malim jiber kek Cewêt duhu, telîfonî min kir û got dixwaze di cem min re derbas be.
Julîta:
Zor baş e, Cewêt ji jiber min ve silav ke.
Min got:
Serçavan dilê û heşê min ji binî birê!
Julita:
Erê erê tu henekê xwe bi min bike!
Ez kenîm û min lê nêrî û got:
Bo, henek Gulê hinava dilê? (min bi we re digot: Gulê).
Wê got:
Bawerî pir bi te nabe, jiber ez te xweşik nas dikim. Bes çavên li jinek ciwan kevin, tu xwe kok jibîr dikî!
Min dest di stû re bir û got:
Ma tu ne rindikî? Bawer ke tu sed jinî dikî.
Wê bersîv da û got:
Ez rindikim bêgûman, lê çavê mêrên têrnabin!
Min got:
Jibûna tu bawerkî dilovan, berî tu herî ezê bi te dim sed maç û ramûsan.
Ew kenî û got:
Bawerî nabe bi çavên te nabe.
Min got:
Ho yaman .. ho yaman ji çavnebiriya jinan.
Diber axiftinê re, me nanê xwe xwar. Piştî xwarinê min çeneq, qedeh û birin kelingê û xwarina jiber mayî rakir kire saringê.
Û Julîta jî hêdî-hêdî çentê xwe kirehev û kincên xwe dibere li xwe kirin.
Min got:
Jibîr meke dayîka xwe silav ke û rûçikan jiber min ve maçke.
Te tiştek jêre kirî, lê tu ke hîn jêre bikirî?
Wê got:
Xeman mexe, ez jibîr nakim û ezê ji te re silav kim. Wek din min ji dayê re çîcik xwarin kirî ye û belkî li ser rêkê ez gurzek gul jî jêre bikirim.
Min got:
Pir başe, dest sax.
Wê got:
Şaye nîne û hêvarî ezê telîfonî te kim an bi rêya Wathsapê bi te re baxivim.
Min got:
Baş e Gulê.
Tiştê xwe kirehev û bêhnxweş di xwe da û berve min hat û got:
Kanîn ew sed ramasanên te soz danî min?
Ez rabûm serxwe û me dest distûhevre bir û me hevdû maçkir û min çente jiber rakir û em daketin jêr û min çete kire tirimbîlê û ew lê siwar û klît bada û mator gerî û dinavbera sî çirikî de birêket û xatir xwast û çû.
Ez hilgerîm jor û min firaq şuştin û zuhakirin û rakirin û riyên xwe kurkirin û kincên xwe li xwe kirin û sol kirine lingan û çentê avêt ser mil û ez bereve rawestgeha Mitro meşîm.
Ez çend xulikan li benda Mirto rawestiyam ta Mitro hat û milet lê siwar û berve navenda bajêr çû û rawestgeh rawestgeh rawestî û hin kes dadiketin û hin din lêdinîştin. Milet pirbû, jiber dem buhar bû û me hêdî nêzîkî li havînê dikir.
Li bjarê me şemî bi şemî, li navenda bajêr bazarek mezin pêkdihat. Te çi bixwasta, li wir dihate dîtin. Ji mîwa ta sebzan, solan, kincan, çîçekan, penêr, hemû cûreyên zêtûn û buharan û tiştên mala, yên destê dudiyê yanê kevin.
Piştî ez ji Mitro daketin min yekser berê xwe da pirtûkxwana navendî û li wir wek demjimarekê em mam û min li pirtûkên nû temaşekir da bizanibim çi pirtûkên nu daxistinî. Di pêwêre ez ji pirtûkxwanê derketim û gerek da li bazarê da xwe, lê min tiştek nekirî.
Lê tiştê balkêş, ji milet te nikanî gava xwe bavêta.
Paşê min biryar da ez li qehwexankê (li derva) rûnim û qedehek weyn sor (mey) vexwum û ji xwe re li milet temaşekim.
…………………………………………………………………………………………………………………………
…………………………………………………………………………………………………………………………
Julita, yekşemê dora şîva ji ba dayîka xwe vegeriya (dayîk û bavê wê hevdû berdabûn).
Zengil lêket ez rabûm û min derî vekir min dît dosta min e, me silav dahevdû û em çûne rûyê hevdû û min çentê wê rakir û anî danî hûndir.
Pişt wê kincên xwe guharîn em rûniştin û min li halê dayîka wê pirsî û got:
Rewşa û tendirustiya dayîka te çawa bû?
Wê got:
Rewşa anê pir rinde û tendirustiya xwe temame. Wê hevalekî xwe peydakirî û piraniya dema xwe bi wî re derbas dike. Ji tenêbûne xelas bûyî û wek berê melûl nabe.
Min got:
Ev pir baş e him jibo wê û him jî jibo te. Jiber kû herdem bala te li ba wê bû û ji te re qiswet bû.
Julita:
Tu rast dibêjî û silavê xwe pir ji te re hene û got mela vê carê Rêber bi te re were.
Wê ji min pirsî û got:
Ka bêje te çi kir? Cewat hat nehat?
Min got:
Belê, Cewat hat û em demek dirêj bihevre rûniştin û em li ser siyaset û çandê axivîn.
Julita:
Hûn hercar li ser siyastê daxivin! Li gor min hûn nikanin bê siyaset bijîn.
Min got:
Em çawa bikin carekê siyaset ketî nav xwûna me.
Wê got:
Te çi kir li bajêr kir û nekir?
Min got:
Min pirtûkxwana navendî serlêdana kir û didûre ezê pêcêkê li bazarê ji xwe re geriyam.
Julita:
Te ti tişt kirî?
Min got:
Na
Wê pirsî û got:
Û piştî wê?
Min got:
Ez derbasî qehwexankê bûm û min xwast ez qedehek weynî sor vexwum. Mase hemî tijîbûn bes masak tenê xanimek biserêxwe rûniştî bû. Ez bervê çûm û min jê pirsî û got:
Roj baş xanim.
Xanimê got:
Roj baş seyda.
Min got:
Ev kursiya vala ye?
Wê got:
Belê, şansê te rinde kursî vala ye û tu kanî rûnî.
Min sipasiya wê kir û çentê xwe ji milê xwe kir û li ser kursiyê danîştim.
Piştî bihênekê min ji jinikê re got:
Tu zanî, ez tirsiyam kesek bi te re heye an jî tu li benda kesekiyî û te kursî jibo wî û wê girtî.
Jinikê keserek kûr kişand û bi dilek şewat got:
Ez li ser vê axê bitenê me!! Ne li benda kesekî me û nejî kesek li benda min e!!
Julita:
Jinik çend salî bû?
Min got:
Ez bawerim diser pêncî salî re bû.
Julita:
Û paşê çi bû?
Min got:
Ez birastî li xwe heyrîm çi min nizanî ez çi bibêjim!! Ez çend çirikan bêdeng mam û dipêre min jê pirsî û got:
Ma zarok, bira, xwûşk, mêr û xudanê te tunene?
Wê bidengek xemgînî bersîv da û got:
Dayîk û babê min dora dehe sal hene kû mirinî. Wek din ez bitenê bûm, birakek min hebû ew biçûkî jiber nexweşiyê anîjiyan bû.
Min got:
Tu xweş bî û hezar rehme li giyanê miriyên te bin. Halê jiyanê ev e, hin derin û hin tên.
Wê tenê serî hejand, lê xuyabû min birînek kûr lê vekir!
Dipêre min jê pirsî û got:
Zarokê te tunene an te mêr nekirî?
Wê li min nêrî û rondik biçavan ketin û bidengek xeniqî got:
Belê, min mêrkiribû û zarokek min jê çêbû.
Min got:
Heger we ye, çawa tu bitenêyî?
Wê got:
Seyda, mêrê min berî du salan bi pençêrê mir, jiber mey pir vedixwar û di mala wan de pençer hebû. Û keça min ya sîsalî, berî niha bi şeş mehan ew jî bi nexweşiya pençera memikan mir …
Dema ez û Julita daxivîn, em li ser dîwanê rûniştî bûn û wê serê xwe danî bû ser min û min bi tiliyên dinav pora we dibirin û tanîn. Ji nişkave ez pêhesîm ser hêta min germ û şil bû, min nêrî rondik ji çavên wê têne û em herdû bêdeng man ……
22 – 06 – 2020
————————————————————
Paşhefte: weekend, عطلة نهاية الاسبوع
Padem: weather, طقس
Rawestgeh: station, محطة
Weyn: wine, نبيذ
Navend: centrum, مركز
Mitro: metro, قطار الأنفاق
Pençer: cancer, مرض السرطان
*******************