Beyar Robarî –   ZINAR

Zinar!

Ey pakrewanê bargiran

Dara azadiyê bixwe mezin nabe heyran

Bixwûnê ew şîn dibe û dibe war

Te ew erka parvekir teve hogir û heval

Ji çûkiya xwe de tu mezin mêr bûyî û şervan

Te nizanî çiye tirs lo dilovan

Navê te Zinar e û ji dimin re bûyî zinar

Û te nehîşt Şengala pîroz û delal

Ji xwe re neyar bikin milk û mal

Te giyanê xwe jibo wê kir diyar

Mala te pakrewanî ava be hezar car

Bawerke ticar tu narî ji bîr û bal

Ger biborin bi sedan mehe û sal

Taca serê kurdane pakrewan, lo Zinar

Dara azadiyê bixwûne we mezin dibe lo delal

Bêqiswat rakeve lo pakrewan

Gelê me hîro li ser pêya ye wek şêr û şepal

Şengal hîro azad e weke car

Û li Rojava me mezin gav avêtin hîsal û par

Qehremanên wek te rakirin ew bar

Ji min ristevanî de û hemû xizim û dost heval

Dayîk, bab, bira û met û xal hezar silav lo Zinar.

22 – 07 – 2020