Kengî Çinar kengî???
Lê şêrîn rû û xweş dengî
Ezê te bibînim bi fîstanê sipî rengî
Û nav bi kembera sor xemlandî
Û bilêv dikî RAZEMENDÎ
Û tev min pêkbînî ahenga zemawendî
Xwedê te biparêz çiqas çelengî
Lê tu zanî yara min ez heznakim ji derengî
Xweşe jiyan bi hevjînî û hevaltî.
21 – 01 – 2022
++++++++++++++++++++++++
Çinar: platanus – شجرة دلب
Razemendî: consent – موافقة