Sipas jibo wan xweş peyvan
Şêrîn û ciwanin wek gulan
Xweşin xweşiya zozan
Sor, sipî, zer ji hemû rengan
Nazikin naziya filan
Germin germiya Kurdistan
Bilind dikin coşa ristevan
Ron dibin pê çavên xwendevan
Yekser derbas dibin nava dilan
Xweş û saxbin dest û tiliyan
Şad û bextewerî hemî rojan
Rû geşbî wek reyhan
Ji xwe xweş bî wek binefşan
Û dil evîn be seranserî jiyan
Gotinên te ciyê qedir û rêzan.
30 – 06 – 2021