Ev der Efrîn e
Ev der Efrîn e
Warê gulan û nisrîne
Warê jiyan û çand û evîn e
Ji berê – paşê de Xorî li vir jîne
**
Ev der Efrîn e
Ev der Efrîn e
Ey neyarê dev bixwûne
Ciyê te dagirkerî lo Tirko, li vir nîne
Tu bixwaz nexwazî emê te ji vê axê derîne
Hîro nebû, sibe an du sibe û stû li te bişkîne
**
Ev der Efrîn e
Ev der Efrîn e
Zêr war û şêrîn e
Buhûşta Xwedê li ser zemîn e
Kurdo wekê ciwan tu nabîne
Hîro berî sibe divê vî xwûnvexwar jê derîne
**
Ev der Efrîn e
Ev der Efrîn e
Xweş e Cûm û di havê re Lêlûn
Û hezaran rêzên hûnandî ji zêtûne
Ey gurê dev bixwûne
Ticar ev cî û war ji te re namîne
Berî te piran hewilan li vir bicî bibin û bimîne
Lê ew li kefa sabûnê şimtîne û tu jî wê rojê bibîne.
17 – 03 – 2022