Ey bîrê .. xweş bîrê!
Ji Amed ta Cizîrê
Keç, xort, zaro û kal û pîrê
Derketin meydanan û çolê
Bi temûr û zurne û daholê
Vegirtin govend û dîlan kom li ser komê
Pîrozkirin NEWROZ vê rojê¹
Bi coşek mezin û netirsîn ji darê zorê
Biyek dengî û milyonan gotin:
Azadî jibo gelê Kurd û “Ocelan” serokê vê dozê
****
Ey bîrê .. xweş bîrê!
Ji Amed ta Botan, Mehabad, Kerkûk û Efrînê
Kurdan geşkirin agirê Newrozê
Û biyek dengî gotin em dest bernadin ji vê dozê
Doza azadî û serxwebûnê
Zîndî ye ev doz û herwisa dimînê
Were bi çavên xwe bibîne “Amed roja Newrozê”
Tê bixwe bibhîsî banga gelê Kurd lê dilsozê
Azadî .. Azadî .. Azadî xweş doz û pîrozê.
21 – 03 – 2022
+++++++++++++++++++++++++++++++++++++++++++++++++++
1/ 21 adarê 2022.
2/ Bîr: ذاكرة
NEWROZA WE HEMIYAN PÎROZ BE – 2634/2022