Seydayê Xanî!
Tu jibo me stêrka ezmanî
Û taca çanda me kurdanî
Te ji gelê xwe re bingeha çandê danî
Û destana “Mem û Zînê” bi ciwan rist deranî
Hezar silav li giyanê te bîrdozî bin Seydayê Xanî
Tê herdem bimînî jibo me kurdan rêzan û sîwanî
****
Ey Pêşewe Qazî!
Heya feleka şêne gelê Kurd ji te razî
Tu jibo me leheng û rêbazî
Bingeha ramiyariya kurdî te danî û kir sazî
Bi qehremanî tu çûyî ser dilovaniya xwe û bimêranî
Û ticarar te serî ji dijminan re danenî
Herdem tê xweş û zîndî di bîra kurdan bimînî
Di ciyê şêran de nikanin razin çeqel û rovî
****
Ey Xanî û Qazî!
Hûn taç û roniya yekbûna kurdanin û azadî
Herzar silav ji min wêjevanî de û her kurdî
Xweş bin nav û bîrewera we û her bimîne zîndî.
11 – 04 – 2022