Erê erê bira-can
Hovin ev neyarên Teteran²
Jiyana mirov li ba wan
Erzantire ji jiyana mêş û moran
Bi sed salane dikojin kurdan
Û dipelixînin laşên wan
Ger davêjin ava deriyan!!
Anjî didin çeqel û guran
Yan jî hestiyan wan birêdikin jibo dayîk û bavan
****
Erê erê bira-can
Xwûnmijin ev qerêjên Teteran
Û li gel wan Faris û Erebên çolan
Kuştin û serî jêkirina mirovan
Beşeke ji cîn û riwana van hovan
Kal û babên wan kirin ev karan
Kuştin, qirkirin, talanî, destdirêjî û wêran
Kirin bi serê kurdan û axa kurdistan
Bihezar hezar salan
****
Erê erê bira-can
Dirinde ne ev dagirkerên Teteran
Faris û muislimanên Ereban
Binirên, çawa kuştin Hekan Erslan
Û hestiyên wî şandin ji xudiyê wî re piştî şeş salan
Birêya posta nav malan
Û çawa kuştin zaro û zêçên me kurdan
Li Çolemêrg, Şengal, Dêrsim, Efrîn, … her deran
****
Erê erê bira-can
Rewşa me wê her wisa be dilovan
Ta Kurd neyekin û bêdenge cîhan
Li hember hovîtiya dewleta Teteran
Û meleyên Qum û Tehran
Tev vê hovîtiyê hemî gelî xwûşk û birayan
Milyonên kurdan li pê wan derin wek keran.
30 – 08 – 2022
++++++++++++
Hekan Erslan:
Xortek Kurd û xelkê Amedê ye û li ber surê bajêr sala 2016 dewleta teteran (tirkan) ew bihovîtî kuştin û razînebûn laşê wî bi xudanê wî din. Piştî (6) şeş salan hestiyê wî birêya postê ji dayîk babê wî re şandin. Nebes wisa, belam posta Amedê kirêya postê jî ji babê Hekên xwastin û neçar bû ew peran bide.
Seydayê Riza Arselan babê Hekan, tûrê hestiyên lawê xwe ji dadgeha dewleta faşîstan wergirt û wêneyê wî xuyaye li gel wêneyê kurê xwe.
Ev necara yekemîne kû faşîstên tirkan va karê qerêj û hovane dikin, tê bîra we sala 2020 dîsan dewleta faşîsta teteran, laşê “Egîd Îpek” birêya postê ji dayîka wî re şandin, ev ramyariya (siyaseta) fermiya dewleta nijadperestên teterane, û ev ne tişten awerte ye!!!!!
Teter: Tirk.