Beyar Robarî – Kulîlk û nêrgizên Efrînê

Sol .. Sol .. Solînê

Dest bavêjen sazên mûzîkê

Keman, gîtar, bilûr û tembûrê

Wa nazdara perde hûrê

Lêde tev zarokên Efrînê

Awaza birîna warê evînê

Warê kurdan Cûm û Lêlûnê

Warê Horan û darên zêtûnê

Bistrên ey kulîlk û nêrgizên Efrînê

Dengên xwe bighên cîhan ji Amrîka ta Çînê.

Û bidin diyarkirin hovîtiya tirkan naznînê

Bistrên jibo evîn, jibo aştî, jibo azadî û jînê.

28 – 09 – 2022

++++++++++++++++++++++++++++

Solîn: Ew keçika kû li gîtarê dide ye.

Girêdana Vîdiyo:

https://m.facebook.com/story.php?story_fbid=629994285359879&id=100050479401291