Sersala sersal hîro lo delal!
Ez rabim bimalim hundir mal
Amedekim ji te re xwarin û vexwarin û jibo zar
Û kesên li me bibin mêvan hîşev ji dost, xizim û heval
****
Min got:
Sersal çî lê bermal??
Sersal nîne jibo bindestên wek me û bêmal
Û nejî jibo netewên niştiman dagirkirî ji hêla neyar
Em Kurd (2500) salin bindestin lê nazdar
Sersala me roja em rizgarkin Kurdistan û hildin al
Li ser Çiyayê Agirî, Sîpan, Semsûr, Lêlûn û Hawar
Û em vegerin Kerkûk, Xaniqîn, Mendelî, Efrîn, Girê Sipî, Serê Kaniyê û Şengal
Û bijîn serbest azad û nebin koleyê kurdên sextekar
Wek malbeta Berzanî û Telbanî ev in xwûnmij û parsîxar
****
Lo malxoyê delal!
Kurd hemî pîroz dikin ev sersal
Ma ew jî newek me bindestin lo Beyar!!
****
Min got:
Lê bermaliya nazdar!
Belê .. belê, ew jî bindestin wek me lê Sîpal
Lê çûyî ji serê wan bêheşan û bal
Kû sersala me kurdan li 21 bîstûyekî adarê al rengîn tê hildan
Û dixemlin çiya û deşt û zozan li seranserî Kurdistan
Sersala me sersalek sirûştî û netewî ye lê dilovan
Me çi jê ye, Îsa kengî bûyî kurê Meryem xan??
Dînê me dînê Yazdan dînê hemû Xor – kurdan
Ew e motika hemû ol û dînên henî li bin quba ezman
Kar û xebatkin ey kurdpwerno biroj û şevan
Da em ji nêzîk de pîrozkin sersala xwe tev pêşmerge û gerîlan
Li Kurdistanek serbixwe bi govend û şahî û lîliyan
Û hildin ji dijmin û neyaran re tiliyan … tiliyan.
01 – 01 – 2023