Lê bazê!
Meke hawar û gazî
Kesî nexeme tu bindest û belengazî
Bese haqas sal tu bibasî
Ma ne tu jî wek min dixwazî
Serxwebûna Kurdistan û azadî
***
Belê bazo, dilê min jî hêviya wî sozî
Ez xelasbim ji koletiya dagirkeran û bindestî
Û bijîm wek bazan serdest, serfiraz û serbestî
***
Lê bazê!
Li hember dagirkerên zordar û faşî
Me divê hêz û yekbûn û çek û sazî
Kar û xebat û berxwedan bilez û bezî
Ji sibê ta hêvarê tu kanî hêvîkî û bixwazî
Lê bê rêkûpêkî bicî netên armanc û mirazî.
23 – 12 – 2022