Beyar Robarî  –  Gijlok

Gijlokê, hat buhar

Me li peyî xwe hîşt adar

Baran barî û nazdar

Berf ji daran hate xar

Rûdan kevir û zinar

Çawîr hişîn bû weke car

Meşîn cew, zêbar û rûbar

Keriya berî dane çolan wek sala par

Gundî bela bû li destş û zozan û war

Herder xemilî û Kurdistan bû buhûşt lê nar.

30 – 01 – 2023

++++++++++++

Gijlok: ندفة الثلج

Zêbar: جدول

Rûbar:رافد

Kerî: قطيع

Çol: برية

Biyeban: صحراء

++++++++++++++++++++++++