Beyar Robarî   Erdhejî

Lawo erdhejî

Û bixwere bir jiyana pir kesan û kezî

Peqîn lêvên erdê û avabûn nû gelî

Û erd bi sê mitran ji ciyê xwe leqî

Hatin xar mal, dîwar û avahî

Nema li serhev yek xanî

Her wisa çelqîn çem û kanî

Û av di ser kenaran re rijî

Bû hawara kurdan wek caran û gazî

Ji Agiro ta Girgam, Dîlok, Alalax, Amed û Melatî

Hin Kurd mirin, hin xasî man, hin birçî û hin tehzî

Li derva li bin baran, berf û şevên sartarî

Kesî nepirsî ji wan ma gelo hûn tîne û birçî!!!!!

Tenê dengê Erdoxên û Beşêr hat û wek segan rewîn

                         *****

Keçê erdhejî

Herkes û tişt har guhartin piştî şêst çirikî

Û teve wan sewalên bejî

Lê tenê wek xwe man ev Teterên dev genî

Û qerêj û Tundrewên Şîhî û Sunî

Dest bernedan ji zikreş û nijadperestî û zikdirî

Rê nedan van regezperestan û tunderwên Sunî

Bi Efrîn û Agiro gihîne desteka alîkarî

Da xelaskin jiyan kurdên xweş manî

Û derînin wan ji bin kevir û bêtona û xanî û avahî

Û cîhana bênamûs wek hercar ma lal û bêdeng û hestî

Piştî penc rojan hin xwarin şandin Agiro jibûna dernetên birûreşî

Kurdno, kesî we nîne ji bilî zend û milên we û yekîtî

Alîkariya we dîtî ew jibo Teteran dewletan şandin ne jibo te kurdî.

12 – 02 – 2023

++++++++++++++++++++

Agiro: Cinders, جنديرس

Çirik: second,  ثانية

Lal: mute, أخرس

Avahî: building, مبنى

Regezperest: chauvinistic, شوفيني

+++++++++++++++++++++++