Ey jina Kurd lê gulnarê
Vaye dîsa hat Cejna Heyştê Adarê
Rabe ser pêyan û derê kolanê
Hilde serî û biçirîne hemû perdan nazdarê
Perdên zilm û zordariya mêr û bav û biranê
***
Ey jina Kurd lê gul ciwanê
Ey şêrîn wek xemla buharê
Xwedê tu nedayî tenê jibo kar û razanê
Û keyfa mêran şev li pey şevanê
Amedekî jêr xwarin û av û bike xweşiya dilanê
***
Ey jina Kurd lê dilovanê
Raneze ta tu bidestnexî mafê xwe lê ciwanê
Jiyana bê azadî û bêrûmet laşê mirî ye, lê giyanê
Bi va bûneyê ji te re birêdikim gul û evîn lê buhayê.
&&&&&&&&&&&
CEJNA ROJA JINÊN CÎHANÊ LI HEMÛ JINÊN KURD PÎROZ BE.
الاستاذ بيار روباري تحياتنا
نعتز بعيدنا ويزيدنا فخرا إهتمامكم بهذا اليوم كونه فرصة لاعادة ذكرى اللواتي أبصمنا على تأريخ النظال بارواحهن وظمائرهن والمرأة التي إعتلت سلم المجد من أوسع الابواب وخاصة المرأة الكردية فهي رفعة راس وموضع إعتزازنا جميعا دمتم بابداعاتكم المتعددة المجالات ولكم الصحة والامان
Xeca dilovan
Beyar Robarî
Xeca dilovan!
Pîroz be li te ev cejn û hemû jinên kurdan
Xweşî be li te wek gul û sosinên Kurdistan
Belê, gotinên te rastin ez heyran
Jina Kurd taca mêran e ji Somer de ta Mîtan
Û hîro jî li her çarperçeyên Kurdistan
Jinên me şêr û şepalin û her naz û delal in
Hêja dayîk, bermal, şervan û nivîskarin
Bi bûneya hatina cejna we jinan ev peyv diyarin
Her xweş bin hûn kaniyên jiyan û evîna dilan
Ey Xeca dilova!
Ew kesê negire rêz jinan
Bênamûse û kurê hirç û hovan
Ciyê wî nîne li xaka Kurdistan ware şepalan.
09 – 03 – 2023
+++++++++++++
Ev helbest diyarî xanim û nivîskara kurda hêja : “Xedîce Meshûd Kitanî”.
(خديجة مسعود كتاني)
——
Xec: خديجة
زور سوپاس ماموستایێ هێژا بەیار ریباری
بو هەلبەستا تە یا دلسوز هەر ساخ ، سەرفەراز و بەختەوەربی