Beyar Robarî  –   Komkujiya Agiro (Cindêrs)

Komkujiya Agiro

Agirê Newrozê vemrandin lo dilo

Û qurşîn berdan canê te lo Kurdo

Tundrewên îslamiyên devxwûnî lo kuro

Û hîn kerên kurda hene  derin li pê guro!!!!

Wê çawa jibîr bibe ev birîn lo bilbilo???

Li warê me li bajarokê Agiro

Em tên kuştin bidestê kujdarên Ereb û Tirko

Û segbavên berpirsyarên ENEKS`ê û bênamûsê Berzanko

Piştgiriya van dagirkerên xwûmij kirin û dikin wek Hekîmo û Tiro

Komkujiya Agiro

Ticar jibîr nabe û bê tolhildan namîne dilo

Bawerkin em li ser vê komkujiya hovane xewnakin kuro.

21 – 03 – 2023

+++++++++++++++++++++++++++++++++++++++++++++++

Agiro: Cindêrs (1450-1500 BZ)

Cindêres navek Bîzentî ye û navê bajêr yê rastî û kurdî “Agiro ye”.