ÇARŞEMA SOR – Beyar Robarî

Çarşema Sor

Dilê me ye û Yazdanê jor

Kesê vê rastiyê nebîne, kor

Tu bixêr hatî wekî par

Şêrîn û nazdar

Bi xwe re te anî xweş buhar

Xemiland giya û dar

***

Çarşema Sor

Tuyî nûza û pîrozî ji Xuda

Em pîroz dikin roja te ji qinyata dila

Tuyî cîger û hinava me kurda

Hebûn û çandî û ola hezar sala

Emê te her pîrozkin sal li pê sala

Dest ji te bernadin ticara

Tu tenê para me kurda û Êzdîxana buha.

15 – 04 – 2020

**************

EZ VA HELBESTÊ DIYARÎ TEVÎ GELÊ KURD DIKIM Û DI SERÎ DE KURDÊN YYAZDNÎ.

CEJNA WE HEMIYAN PÎROZ BE Û HER CEJNEK HÛN XWEŞ Û ŞAD BIN.