Em Kurd hersal 15`î meha gulanê wek Cejna Zimanê Kurdî didin nîşan û vê rojê pîroz dikin. Hin Kurd ji me hene tenê vê rojê pêdihesin kû ew kurd in û wisa têgihîştinî kû pîrozkirina “Cejmana Zimanê Kurdî”, postekê daxin ser “Rûpirtûka” xwe yanê (fêsbûk). Û hin kesên kû nav li xwe dikin rewşenbîr an ramyarvan yanê (siyasî) bangan dikin û ji gelê Kurd dixwazin kû fêrî kurdî bibin.
Li gor min, ev nêzîk bûn pir erzane û ciyê şerm û rexnê ye. Çima??
Em ji rewşenbîr û ramyaran de destpêbikin û paşe emê derbasî kurdên asayî bibin û li ser wan baxivin.
Pirsên girîng li vir jibo rewşenbîr û ramyaran ev e:
- Gelo, çima me rojek hilbijartî jibo pîrozkirina zimanê kurdî??
- Gelo, dema hûn ji kurdan dixwazin fêrî kurdî bibin, wê fêrî kîjan zimanî bibin?
- Gelo, hûn bixwe zimanê kurdî baş zanin?
- Gelo, hûn çi dikin jibo yekbûna zimanê kurdî û pêşdebirina wî?
Dora serîsedî nodûpênc (95%) ji kesên kû ji xwe dibêjin ew rewşenbîrin û ramyarin bi kurdî baş nizanin anjî em kanin bêjin zimanê wanî kurdî gelek xerab e.
Banga min jibo van kesan berî hûn ji kurdan bixwazin kû ew fêrî kurdî bibin, divê jiber xwe ve şerm bikin û li destpêkê bixwe fêrî zimanê kurdî bibin û zimanê kurdî dirust û baş têbighînin û zimanê kurdî bi yekin:
(Yek elfebe, yekhejamara tîpan, yek bilêvkirina tîpan, yekirina têgînan, pirtûkên zimên bi yekin jibo hemû polan).
Wê demê hûn kanin ji hemû Kurd daxwazkin da fêrî zimanê kurdî bibin.
ŞERMEK MEZINE HEMÛ SEROKÊN PARTIYÊN KURDÎ BAŞ BI ZIMANÊ KURDÎ NIZANIN!
ŞERMEK MEZINE DORA 95% JI REWŞENBÎRÊN KURD BAŞ BI ZIMANÊ KURDÎ! NIZANIN!
ŞERMEK MEZINE HEMÛ ROJNEMEVANÊN KURD BAŞ BI ZIMANÊ KURDÎ NIZANIN!
ŞERMEK MEZINE HEMÛ DENGBÊJIN KURD BAŞ BI ZIMANÊ KURDÎ NIZANIN!
Kîjan ji we bibêje ev ne raste, derwan dike yanê mirovek derwên e.
Niha jî em werin ser gelê me. Hîro derfet heye her kurdek fêrî kurdî bibi heger bixwaze. Banga min jibo hemû kurdên niştimanperwer û birêz hewil bidin û xwe fêrî zimanê “kurdî fermî” bikin, ewê hinek jêre dibêjin “Kurmancî”. Zimanê meyî fermî û resen ev e û ew nezarav e û dora 80% ji gelê Kurd bi vî zimanî daxive.
Herwisa pîrozkirina Cejna Zimanê Kurdî, ya dirust hûn xwe fêrî zimanê xweyî zikmakî bikin nebes postan daxin. Û jiyana xwe birojane bi vî zimanî derbaskin û bikar hûnin û zarokên xwe pê mezin bikin, heger birastî hûn ji zimanê xweyî kurdî hez dikin û xwe Kurd dizanin.
ZIMAN NASNAME Û NIŞTAMANA MIROV Û HER NETEWEKÎ YE.
15 gulanê 2023
CEJNA ZIMANÊ KURDÎ LI WE HEMIYAN PÎROZ BE.