TEMBÛR –   Beyar Robarî

Tembûrê lê tembûrê

Bejin zirav perde hûrê

Naziya dara goz û tûyê

Xweş deng û mûzîk rûyê

                      ***

Dengê zavan û bûkan

Şêrîniya şelûl û çûkan

Awazên ciwan kew û kevokan

Axîna mirov û zarokan

Qîrîna bindest û hawara dayîkan

                      ***

Tembûrê lê tembûrê

Têl zirav û perde hûrê

Diya gil û gaziyan

Dengê xizan û sêwiyan

Hestên evîndar û rêwiyan

Xemên koçberî û biyaniyan

Lorîna nexweş û jinebiyan

                      ***

Tembûrê, riya me dûre

Pêşî geliye û delavek kûre

Xem û derdên ma tijî tûre

                      ***

Tembûrê tu xweş tembûre

Şerîntirî, ji zurne û bilor û dahole

Ez û te, yek çem û çole

Çol û çema, bê sînore

Distirên, li dijî bindestî û dilên kore

Ji koletiyê re, dengê te gorê dikole

                      ***

Tembûrê tu xweş buhare

Rengê gul û reyhane

Dengê xourtên xwandevane

Reqs û govend û dîlane

Ceng û xebat û şoreşvane

Lêdana te, xem revîna jiyane .. jiyane.

10 – 07 – 1996