Hat zivistan lê Kurdistan
Bixwere anî tarî, sari û berf û baran
Pel weşîn ji giya û daran
Penceran perdeyên tarî li xwe aland
Rengek xemgîn bi hundir mala me gihand
Xum xuma ewran û qeşya serman ez tirsand
Kincên qelew min li xwe şidand
Û şev me li ber soban qedand
Û cilên rêsî bi serxwe de razand
Û serê xwe li ser pêsîra yarê ramand
***
Hat zivistan lê Kurdistan
Roya me ya dilovan
Jibîr kir û hilê û şên bike jiyan
Ji tirs û serma xwe veşartin balind û cînaran
Nebû çalekî û xebat û deng nehat ji sewalan
Sewalên bejî jibilî çeqel û gur û heftaran
Û rawestî ava çeman û xwe melisandin kevoka di malan
Fîzkir bayê sar û bapişk û baran
Dar xemgîn û tehzî li derva man
Şehetîn talde û dîwar û nav daran
Bû mij û dûman û civîna malbet li malan
qurm dadan wek salan
Û kal pîran çîrokên ji zarokan re xeberdan
Xweş jiyan kurdewarî û gundên Kurdistan.
15 – 11 – 1999
++++++++++++++++++++++++++++++++++
Têbînî: Wêne ji Başûrî Kurdistanê ye.