Lê keçê were!
Û bi min de ramûsanek nehere û newere
Ramûsanek gerim dil pê şad bibe û cîgere
Ramûsanek şêrîn kû ticar ji bîra min nere
Were çandin tama wê di bin zimên û dev de
Û te tim bi bîra min hûne meya devê te ye
Narîn, ramûsan û maçkirin jibo mêr û jina ye
Ji wê bêtir delalê, kê çî xwe teve me heye???
Ew lêvên te yên gilyazî bê mêtin bixwedê gune ye
Were ez te ramûsim û tu jî min ramûse jiyan bêramûsan tune ye
Hergav em nikanin bihevgînin evîn li ba me nîv qedexe ye
Ew sûc û tewnebara kal û bab û dayîkên me kurda ye!!!
17 – 02 – 2014