Şêrzad Zeynelabidin – Cejn û ser sal 

 

Cejn û ser sal bêy te disarin
nê wan nînin qed çi tam
Rojeka sar tu ji min dûr bûy
her wê rojê wez nemam
Ka pisyar ke ji şînwara
wan solînên li ber çemî
Hêşta reşpoş û dinalin
bi tazîne ew hemî
Deşta Hewlêrê li biharê
çi xweş gerdiş cennete
Bi gorî bim naza yarê
bêy wê gerdon meynete
Ew rêka axa lê borî
bo min H’ecc û Ke’baye
Ger ew roj noke bêt ve
dê bim çarde we’deye
Nêrgza şehla û mest bû
ew çav kala deng nerim
Şûrê serê min di dest bû
ew periya dil gerim
Ji nav mij û moran û xewna
carekê ser helbirre
Ahekê bo min virêke
hêj dilê min yêb gurre
Hêj dilê jar bê semyane
bê kilîl û mifteye
Çend hizar sal jî bi borin
çak bizane bo teye.

اترك تعليقاً

لن يتم نشر عنوان بريدك الإلكتروني. الحقول الإلزامية مشار إليها بـ *