Ger ev nekomkujî ye
Gelo ev çî ye?
Zikreşî ye?
Hovîtî ye?
Dîntî ye?
An berberî ye?
Bi ya min ev hemî ye
Neyarê Tirk neviyê Osmanî ye
Û Osmanî ji roja Xwedê dayî ye
Karê wî komkujî ye
Jiber wê sîmbola wî gurê sipî ye
Ev rastiya va zordar û faşîstî ye
Û hîro wek duhî ye
Tiştek li dirindeyî ya wî nehatî guhartî ye
Her xwûnmijî ye û komkujî ye
Û komkujiya herî mezin bêdengî ye
Bêdengiya cîhan Rojavaya Rûreş û bêfedî ye
Kû hîro li hember va komkujiyan dimîne bê helwestî ye.
04 – 12 – 2019
—————————————————
Roja duşemê 2`î meha berfnebarê sala 2019, tundrewên Îslamiyên Sûrî, hevalbendên Tirkiyê, bajarokê Tirfadê dan ber fûz û topan û di vê êrişa hovane
De bidehan zarok, jin, kal û mirovên hatin kuştin. Ew kesên hatinî kuştin di vê komkujiyê de, xelkê herêma Efrînene, kû berî sal nîvekê ji hêla dewleta tirkan ve hate dagirkirin.

