Beyar Robarî  –     Efrîn bi birîne

Efrîne xweş Efrîne

Çi bikim hîro bi birîne

Bindest û bask şikîne

Xem û derdan dikşîne

Ji roja lê vekir neyarê Tirk birîne

Dirinde û hov wekê nîne

Kurdo baweriya xwe bikesî mîne

Derdê hemiyan talanî û dizîne

Dixwazin xwûna tamarên te bikişîne

Wek çawa mirov avê ji erdê dertîne

Hêzên herêmî û navndewletî bê bawerîne

Dostên wan kes nîne

Ol, bîr û baweriya wan zêrê zerîne

Kesê baweria xwe bi wan bike şêt û dîne

Jibo rizgarkirinê axa Efrîna dêrîne

Rê nîne, ji bilî berxwedan û xwûn dayîne.

20 – 01 – 2020