Beyar Robarî – Teqemeniya Efrînê

Kurkir kûriya birînê

Û zêdekir êşek xelkê Efrînê

Bêdengiya berpisyarên tên kirîn û firotin bi sabûnê

Kurdo!

Bawerke ji Robarî kurê Efrînê

Tune rê li pêşiya te ji bilî yekbûnê

Ger tu dixwazî bijî azadî, serdestî û serxwebûnê

Tu kanî li mal rûnî şermezarkî û baxivî bi zagonê

Û gazîkî saziyên mafê mirov û Xaçe Sorê

Lê kî wê guh bi te de li va cîhana ker û korê??

Kurdê!

Ger tu dixwazî derêyî ji va deraqî û korê

Divê tu yekser dest bavêjî çekê

Û berxwebidî li dijî Tirkan dijminê hîro û berê

Ewê biserê me tîne komkujiyan herdem û gavê

Dagirker dernetên ji axa Efrînê

Ger tu lingên wan nekî yek solê

Û bi rojane ji wan nekojî û nekî gorê.

29 – 04 – 2020