Kurd bê xudane kesê xo nîne
Çend yê nezane bêjît wenîne
Dîrokeka reş pir tehl û tarî
Her çend bikevîtin kes naçît harî
Çend rex dujminin bixojî neyarin
Li ber êk venayne dirinde û harin
Sepanêt para derdê bê derman
Her çend biken kara , kanê Kurdistan?
Her wesa diçît li bîrê namînît
Lewma êvara kund dê li ser xûnît
Her çend tu qenc bî bo tev cîhanê
Pişt xove dihavên te û Kurdistanê
Nevêt bibîn êk van kurd neyara
Da bibîn bo wan pir ewan dewara
Bê mirwet wîjdan cîhanek bêbext
Ma qey nabînin Kurdistan kir text
Carna bi Enfal û gunda sotinê
Law bi sêdara ve nabên wey li minê
Qutan û qamçî her bas lê neke
Zolm û zordarî her wan ew çeke
Kes bideng nahêtin an dengek şermîn
Hemiya Kurd hêlan kirne firavîn
Berjewendî nê tenha ew diaxvin
Mafê mirova direwên di xavin
Sereca kurda her ji me bixoye
Dujminên êk tir ji mêje ya hoye
Ev êşa giran hêj bê dermane
Eger ka çiye anjî çawane ?
Hêj li şîrê şêra di gerhin bê hûvî
Bi zanîn û hizre naçêbît bi çûvî
Çareser nabît bê eger zanîn
Lewma bo gorga dibîn firavîn
Dujmin neniyasîn egera mezin
Lewma li dûf mijê hêşta yê di bezin
Nojdar nezanît nesaxî çiye
Sax bûn mehale rêka girtiye
Kembaxtir ewe bi zanin û neken
Gelek di hosanin çava baş veken
Para dev lê girt di hefkê ra asê
Lewma bê bilûl radbin reqasê
Hêşta her hoye halê me kurda
Dujmin bes nebûn ya mejî bi serda
Ger hûn nebin êk dê her ho mînin
Hêşta kembaxtir ger hosa rûnin
Dermanê derdê me êk girtine
Berovajî vê merg û mirine.
Şêrzad Zeynelabidin
13/08/2020

