KURD Û ZIMAN – Beyar Robarî

Pir caran axiftîn tê kirin li ser girîngiya zimanê zikmakî û zimanê zikmakî netê wateya zimanê dayîkê. Zimanê zikmakî tê wateya zimanê resen û bingehîn yê her netewekî.

Bi vê bûneyê ez dixwazim wek reweşnbîr, ristevan û mamosteyek zimanê kurdî, çend axiftinan di vê derbarê de bikim û hêvîdarim axiftina min sûdak jibo we têde hebe gelî xwûşk û biran.

Heger hûn rê bidin ji kerema, ez dixwazim gotara xwe bi vê metelokê dest pêbikim û metelok  ya min bixwe ye.

                                            “Ziman welat û nasmeya her mirovekî û netewekî ye

Kurdên delal, dijminên gelê Kurd, şerê zimanê meyî kurdî kirinî, sedcarî bêtir ji me kurdan bixwe. Jiber kû dagirker baş dizanin kû zimanê netewa bindest têk nebin wek netewa Kurd, nikane serdestiya wî bike û bikoleyê xweke.

Jiber wê hemû dagirkeran di dîrokê de, gava yekemîn davêtinî, yekser zimanê gelê bindest qedexe dikirin û zimanê li ser gelê bindest kirin bêtivî, jibûna kanibin wî têkbibin û ji nasnameya wî biqetîn û wisa wenda bikin û bixwe ve girêdin. Û wisa gelek netew li Afrîka û Amrîka Başûr têkçûn û zimanê xwe netewî wendakirin û çanda xwe jî man û dagirkeran ve hatin girêdan. Û başitrîn numîne gelê Cezaêr û kurdên bakûrî Kurdistanê.

Ev ramyariya qerêj û xerab, ji hêla Farisan, Ereban, Tirkan, Fransiyan, Îngilîzan, Espaniyan, Birtûgaliyan, Rûsan, Almaniyan, Îtaliyan, Holendiyan, hemûyan hate meşandin bised salan.

Hûn dibînin ta roja hîro zimanê me li Îranê, Tirkiyê û Sûriyê qedexe ye. Jiber wê ji her kurdekî tê xwastin ji dil de, li ser zimanê kurdî raweste û fêrî zimanê xweyî zikmakî bibe û zarokên xwe jî, bixwere fêr bike û bi zimanê xweyî rojane ke û zimanên din li mal qedexekin.

Fêrbûna zimên bixwe şoreşek e û jibûna em ji bindestiya çanda dijminan rizgar bibinn, divê em fêrî zimanê xwe bibin û zarokên xwe jî bişînin dibistanên kurdî.

Azadî û serxwebûna kurdan nebes bi rizgarkirina axa kurdistanê dibe, ev ne raste û divê Kurd xwe nexapînin. Du rizgarî li gel hev bimeşin, rizgariya heş û mejiyê kurdan, li gel rizgariya axa Kurdistanê.

Zimanê me gelekî dewlemend û nazik û şêrîn e. Pir Kurd vê rastiyê nizanin, jiber kû ew nizanin bi kurdî bixwûnin û binivisînin û pir têgînin kurdî nasnakin. Li hêla din, partiyên siyasiyên kurdî, birastî şerm û fedî nakin, kû ta roja hîro nikanin li hevdû rûnin û biryarekê bidin jibûna zimanê kurdî biyekin.

Yekbûna zimanê kurdî bi birayar ramyarî (siyasî) ve girêdayî ye. Kesên kû dibin û bûnî asteng li pêşiya yekîtiya zimanê kurdî biraderên mayî Soran û Zazan e.

Dema Tewfîq Wehbê, Ibrahîm Ehmed li gel Celal Telebanî elfbeya Soranî bi tîpên Erebî danînî, Elfbeya kurdî latînî hebû ya Mîrên Bedirxanî (Celadet, Kemîran) danînî û ev elfebe hemû daxwazên zimanê me bi cî tîne, tev wê jî çun elfebeyek din sazkirin jiber kû şerm û fedî nekirin û doza netwî raman (fikir) nekirin. Wan tenê xwastin zarava Soranî biçûk û vala li serê gelê Kurd bi zimankin û bi vê gavê re gelê me jihevdû kirin û kirin du perçekirin û balê xwe bi başûrî kurdistanê din hûnê bixwe bibînin rewşa zimanê me li wir.

Bi dehe caran min û gelek rewşenbîrên din, banga Yekirina zimanê kurdî kirin, lê mixabin rêberên Kurd nexwastin van bangan bibhîsin. Meshûd Berzanî naxwaze biraderên Soran ji xwe bixeydîne û jibo çend dengan û PKK jî girîngiyê nade zimanê kurdî û di jiyana xweya rojane de zimanê Tirkî bikar tînin. Û jixwe YNK dixwaze zarava Soranî bikar hûne û hin biraderên Zaze jî dixwazin zarava Kirdikî li serê me biziman kin!!!

Hejmara kesên hîro bi zimanê kurdî baş dizanin bixwûnin û binivisînin naghîne milyonek Kurd, li seranserî Kurdistanê. Û dema em civînekê çê dikin yekser şer dertê dinav me de, ka emê bi kîjan elfbeyê binivisînin!!!!

Nebes wisa, gava du Kurd tên ba hevdû nikanin jihevdû têbighînin, jiber zimanê me ne yek e. Gelo ev neşerm e??? Helbet şerme û şermek pir mezin û xerab e.

Heger Kurd dixwazin wek netew bimînin û wenda nebin, divê bi elfbeya Latînî bikar hûnin û tenê wan hejmarê tîpan û hemû têgînên xwe biyekin.

Kurdên xweşewîst, zimanê meyî fermî û bijavtî ev e, ya kû min ev gotara xwe pê nivisandî ye û ji bilî vî zimanî ti ziman din nînin.

Hin nezan û nerind dibêjin Kurmancî zarav e, ew ji binî de derew e û nerast e. Kesên wisa dibêjinî, an nezanin an jî mirovnî pir xerabin û dijminê gelê kurdin û dixwazin kurdan jihevdû bikin.

Ji bilî wê, em we milet bi xwe re nabêjin em kurdin, em bi xwe re dibêjin em “Kurmancin”. Navê Kurd ew netewên dor me, li me kirinî û bitaybetî Yonaniyan.

Li dawiyê, daxwaz min ji her kurdekî û kurdekê ji we hûn xwe fêrî zimanê xwe bikin û bizimanê xwe baxivin û bixwûnin û binivisînin û serbilind bin.

24 – 03 – 2022

=========================================

Bûne:             مناسبة                 occasion

Fermî:                       رسمي                          official

Têgîn:                                        مصطلح       term

Girîng:                       مهم                             important

Têgihîştin:                  فهم                             understanding

Dagirker:                    المحتل                         occupier

Biryar:                       قرار                                     decision

Nasname:                         هوية شخصية Personal identity

Hejmar:                      عدد                             number

Yekser:                      مباشرة                         directly

Asteng:                      عقبة                            obstacle

Bijavtî:                               اللغة الفصحى  classical language

Gotar:                               مقال                            article

Bêtivî:                                فرض                          duty

Xweşewîst:                 عزيز                                   dear

&&&&&&&&&&&&&&&&&&&&&&&&&&&&&&&&&&&

7 Comments on “KURD Û ZIMAN – Beyar Robarî”

  1. كاك بيار روباري المحترم
    تحية
    للاطلاع
    أحسنت في تدوينك لقائمة بعض المفردات بالانجليزية وبالعربية وبالكردية. وحبذا لو دونت المقالة كلها بالأبجدية العربية التي تعودنا عليها. ولكم جزيل الشكر
    https://sotkurdistan.net/2019/04/23/%d8%a7%d9%84%d9%84%d8%ba%d8%a9-%d8%a7%d9%84%d9%83%d8%b1%d8%af%d9%8a%d8%a9-%d9%88-%d9%84%d9%87%d8%ac%d8%a7%d8%aa%d9%87%d8%a7-%d8%a7%d9%84%d9%85%d9%87%d9%86%d8%af%d8%b3-%d9%85%d8%ad%d9%85%d8%af/
    https://muhamadtawfiqali.academia.edu/research

    محمد توفيق علي

    1. Dear mr. Tewfîq

      I thought you’re a linguistic and that you’re living in UK from long time ago, for decades, but until now you still NOT familiar to Kurdish language with Latin’s alphabet … !!! ???
      Don’t tell me that all these years you were studying only in arabic’s alphabet, please !!!
      In addition to that I had read you papers, which include a big wrong idea as that Kurd in western Kurdistan (inside syria) are using arabic writing alphabet … !!!
      It’s true that you (as southern Kurd) got political influence over western Kurd, both families (Berzanî & Telbanî), but NOT your arabic alphabet, it’s still outside the door, and almost all western Kurd we’re disgusting that arabic alphabet and we hate it too, it always makes us to remember the all entire arabic history symbol of tyranny and assimilation over Kurdish language (ethnically, nationally & religiously), and when you met some western Kurd who knows yours arabic alphabet, at that moment you clearly should to know that he’s one of your slave boys, who’s living under yours hands and control … !

    2. كاكا محمد توفيق علي،
      أولآ شكرآ على قراءة المقالة، وتعليقك. ثانيآ، إسمح لي بتعقيب مقتضب حول ملاحظتك أو طلبك الكتابة باللهجة السورانية، أظن هذا ما قصدته سيادتكم.
      كاكا محمد، على كل الكرد وفي مقدتهم من يسمون أنفسهم (سوران وظاظا)، أن يتخلصوا من عقدتهم الإقليمية وتعلم اللغة الكردية الفصحة، والمقصود بها “الكرمانجية” وبالأحرف اللاتينية وبالضبط تلك اللغة التي كتبت بها المقالة. لأن هذه هي لغتنا الكردية الفصحة ويتحدث بها حوالي 80% من أبناء شعبنا الكردي، واللهجة السورانية هي مزيج من الكرمانجية والهورامية، ولهجة تفقد الكثير من القواعد اللغوية الكردية، وهي لهجة فقيرة، وتحتوي مفردات عربية كثيرة تذكرني باللغة الفارسية التي لم يبقى منها شيئ سوى الإسم.
      برايه هيژا، أدرس اللغة الكردية منذ أكثر من عشرين عامآ في الجامعة، ودرست من بين ما درست إخوة وخوات من جنوب كردستان وتحديدآ من مدينتي السليمانية وكركوك. تفاجئوا بمدى سلاسة اللغة الكردية وثرائها وراحبتها، ولم يكونوا يتصورا هذا الثراء اللغوي التي يمتلكها لغتنا الكردية. أتمنى تأخذ دورة لغة كردية فصحة وأنا واثق، بعد إنتهاء الدورة ستطالب جميع في بتعلم الكردية الفصحة، وهي لغة الأدب والعلم والفن والموسيقى.
      ولدي إطلاع على كافة اللهجات الكردية، وأفهم معظمها دون مشاكل، ولكني لم الكتابة باللهجة السورانية
      وهي قضية مبدئية، لأن الثلاثي المرح (توفيق وهبي، وابرهيم أحمد وجلال الطالباني)، لأسباب مناطقية وضعوا الأبجدية السورانية بالأحرف العربية، ومن جهة ثانية لعدم إغضاب العرب، وعندما وضعوها كان لدينا الأبجدية الكردية اللاتينية التي وضعها الأمير “جلادت بدرخان” رحمه وطيب ثراه. الثلاثي المرح هم في الواقع مجرمون بحق اللغة الكردية وشقوا الصف الكردي بإختراع تلك الأبجدية المعتة والتي، لا تناسب اللغة الكردية ولا تلبي حاجاتها نهائيآ. مثلما شق حزب العمال الكردستاني الصف الكردي عندما إخترع علمآ أفريقيآ لنا، مع العلم عُمر العلم الكردي يتخطى (100) عام، ولم يضعه المرحوم قاضي محمد ولا البرزاني.
      يجب على الكرد التخلص من التعصب المناطقي، اللهجوي، الحزبوي، العشائري والديني، كي نستطيع أن نوحد صفوفنا كشعب كردي وفي المقام الأول لغويآ، ونستخدم أبجدية واحدة (اللاتينية)، ونقوم بتوحيد
      المصطلحات والمفردات ونقوم بإستخدامها جميعآ وليس سواها، وسأضرب لك عدة أمثلة على ذلك:
      في الكردية الفصحة نسمي القطار: (چيمان) وهي تسمية كردية خالصة، وفي اللهجة السورانية تسمونه (شمندفر)، وهي مفردة فرنسية وطويلة وصعبة لفظها. فعلينا إختيار المصطلحات الكردية أولآ، وثانيآ الكلمات الأجمل والأقصر في حال وجود لفظتين تحملان نفس المعنى.
      Çîman: قطار
      Şemendefer: قطار
      في اللغة الفصحة نسمي الشعر (رست) والشاعر (رستفان) والقصيدة (هلبست)، وكلها مصطلحات كردية جميلة وسلسلة. بينما في اللهجة السورانية تسمون الشعر (شعركان) والشاعر (شاعركان) والقصيدة تسمونها (قصيدة) وكلها مفردات عربية!!!!. فماذا علينا أن نتختار؟ أظن الجواب واضح.
      Rist: شعر
      Ristevan: شاعر
      Helbest: قصيدة
      ثم في حالة الجمع لا يوجد (كان)، هذا خطأ فادح، وأزيدك من الشعر بيت. في اللهجة السورانية لا توجد حالة المستقبل ولا المؤنث والمذكر. ولا تستخدمون الضمير الشخصي الأول (أز – يعني أنا)، ولا حرف الفاء.
      في اللغة الفصحة نسمي المدرسة (دبستان) وهي ليست مفردة فارسية كما يعتقد البعض خطآ، والطالب ليس التلميز (خاندكار)، وهي مصطلحات كردية. بينما في اللهجة السورانية يسمون المدرسة (قطابخانة) والطالب (قطبياكان)، وكلا المفردتين ليستا كرديتين.

      Ez: أنا
      Min: أنا
      في الكردية الفصحة يوجد ضمير شخصي (أز)، في اللهجة السورية لا يوجد!!! الضمير الشخصي (أز) يستخدم مع الزمن الحاضر والمستقبل ومع تصريف الأسماء، بينما (مِن) يستخدم مع الماضي والملكية والأفعال، وسأضرب لك أمثلة على ذلك:
      Ez Kurd im.
      Ez hat im.
      Ezê herim.
      —-
      Ev çentê min e.
      Min hajê tunebû.
      Min xewkir.
      Min şîv xwar.
      ——————-
      Di zimanê kurdî de sê tîp cûda hene: V, W, F.
      Tîpa (v) di zarava Soranî de nîne û ev jî çewtiyek mezin e, jiber di hemû zimanên Îndo- Ewrupî de heye û biteybetî di zimanê kurdî de.
      Mînak:
      Vexwarin, vêxistin, vekirin, hêv, sêv, lêv, çav, vê, …….

      في الختام، أتمنى أن أكون قد أجبت ولو بشكل مختصر على طلبك كاكا محمد. ومثل هذا الموضوع لا يمكن مناقشته بالكتابة وإنما بالحديث المباشر مثل المسينجر أو بشكل شخصي، ويختصر الكثير من الوقت.
      مودتي ودمت بخير.

  2. Tev silavên xweşî û rindî û dilînî ji we ram bira Beyar can, û pê re:

    Tevahiyên raman û gotinên we ku li nav vê gotarê derbas dibin, ew rast in û li cihê xwe ne, aj jî bi axaftinek din, ez piştegiriyê didim gotinên te:

    ●Ji alîkî va, dijmîinên dagirker, wan kevir û yaseyên pawan (qedexe) der-dixe hol û meydanê.

    ● Ji alîkî din va, ew partiyên sêyasî, yan kok bi carekê va dest ji zimanî kurdî ber-dane, wekî partiya PKK’ê ku zinamî wê yê fermî ya hindurî êdî bi turkî DIZIRE ! û ji salên 1978’an va heya nuha serokên wê nizanim bi zimanekî kurdî ya PAK û FERMÎ bipeyvin ! Û wesan jî serokên partiyên kurdî li rojava, ewna jî bi erebî DIZIRIN, wekî Ebdul Hekîm Beşar (ku doktor e û xwande ye) ! Yan jî mîna partiya Celal Telbanî kirine, ku sergûyek bi tîpên erebî afirandine û xalî li serî xwe dikin !

    ● Ji alîkî sisiyê va, ev Kurdên ḳurmî (ḳu ez wan dinasînim bi namî GEMAR!) ḳu gihîştine welatên Ewropa û bi zimanî kurdî dizanin bipeyvin û biaxivin lê TENÊ nizanin bi kurdî binivîsînin, îroj nîşan didin ḳu ewna dikanin xwe bihozînin (ji peyva hoste û hozan, to lear themselves) zimanekî nû û nivîsek nû li seran serî welatên Ewropa, lê niḳanin xwe bihozînin û bihînin nivîsa zimanî xwe yê Kurdî, piştî 2-5 salan li Ewropa hîn jî malperên xwe û nivîsa xwe bi erebî ne, mebesta gotina min ew Kurdên me yên ji rojava ḳu gihîştine Ewropa !

    Ev sê reng û cûre QEŞMERÊN ku li pêş me ne, qeşmerek biyanî ye, û du qeşmer hindurî ne !
    We bala xwe dayê ye !?

    Binînim xweşbar

  3. Bira Beyar can, dîsan silav û pê re hinek pirs:

    ● Ev nisîva li ber destî me ji alfebêya mîr Celadet Bedirxan, li kîjan salê bû ku nivîskarên Kurd ev guhartina îroj li ber destî me, li ser barandin, sala 1960’î bû, an jî 1961’an bû ?
    Ew guhartina navber deng û nivîsa van du tîpên (k) û (q).

    ● Ma tu dibihînî, ev ve-sehîna (version of) nivîsandinê ya mîr Celadet ku hîroj li ber destên me, sifte (perfect) ye … ?
    Lê na, hîn hinek kêmasiyên vê vesehînê hene, û gerek ji vê baştir be jî, û ev vesehîn gerek gaveke pêştir jî biavêje … ?
    Mîna ku mamoste Şahînê Doskî, û kesên din jî hene, ku dibeyin (dibêjin):
    bi kar-hanîna sazeya (sîstema) “H” yê indur-dewletî, (ş = sh), (ç = ch) …

    1. Kek Rêzan

      Sipas jibo serinca te û herwisa pirsên te. Li destpêkê ez dixwazin vê têbîniyê bibêjim:
      Tu bi îngilîzî raman (fikir) dikî û paşê hewil didî zimanê kurdî li gor zimanê îngilîzî rêz bikî, ev çewtiyek mezin e û netê pejrandin bi carekê.
      Gelek Kurd wek te vî karî dikin, hin Kurd bi erebî raman dikin û dipêre dixwazin zimanê me, li gor zimanê erebî rêz bikin û henek jî, li gor zimanê tirkî û hin din jî, li gor farisî. Û henek dixwazin zimanê me li gor zimanê Almanî û Siwêdî rêz bikin û hejara tîpên zimanê kurdî bi (38) tîp kin!!!!
      Ev hemû gotinên pûç û valan e û em wek zimanzan ticar rê nadin van hewldanên xerab û ne dirust.

      Ev hemû ji ku tê û sedma wê çî ye?

      Ev ji tênegihîştina pergeleya zimanê kurdî tê. Nabe tu bi zimanek din raman û hest bikî û rabî bibêjî:
      Di filan zimanî de wisa dinivisînin û dibêjin û bikar tînin.
      Kesê wisa raman bike ew nezane û nizane çi dibêje. Her zimanekî teybetmendiyên xwe hene û jiber wê zimanên cûda û serbixwe hene.

      Li ser pirsa te, Gelo elfbeya mîr Celadet daniyî jibo zimanê me baş e?
      Belê, elfbeya mîr Celadet daniyî hemû daxwazên zimanê me bicî tîne û ti kêmkasiyên wê li gor min tunene.
      Bersîva pirsa te ya duyemîn: Di sala 1933`an de birêz C. Bedirxên ev elfbeya sazkir û danî û ew yekemîn Kurd bû, kû bi tîpan latînî kurdî nivisand û kovara “Hewar” pê weşand.

      Na, ez li dijî guhartina tîpên zimanê kurdî me. Divê em Kurd wan şaş bûnan nekin. Bo cî em ke tîpa (ş) wisa binivisînin (sh)????
      Ev bêheşî ye û ew kesên vê daxwazê dikin kesên nexweşin û xwe kêmtirî Ewrupiyan dibînin û ev tiştek riwanî (nefsî). Û ew kesên te binav kirinî ez qet zimanzan nabînim.

      Dengên zimanê kurdî, (31) û divê wisa bimînin û cara yekemîn dem elfbeya kurdî hata sazkirin li bajarê “Ugerêt” bû, ber çar hezar sal û ji (30) tîpî pêkdihat û piştî haqas sal me tenê tîpek lê zêdekirî. Ew kesên dixwazin bi elfbeya me bilîzin ji dijminan xerabtirin di çav min de.

      Dem xweş û silav û rêz,
      B. Robarî.
      ++++++++++++++++++++

      1. Tev silav û rêz, û demên xweş

        Ew neyrîna (nêrîna) we ku ez çarina raman û fikirên xwe bi înglîzî diafrînim û pê ra jî bi zimanî kurdî rêz dikim, ez vî tiştî naneyînim (I don’t deny it) ! Rast e, ew yeka hinekî li ba min heye
        Lê ez dibihînim (dibînim) ku we bersiva wan du pirsên min ne dane:

        1- Piştî koçkirina mîr Celadet bedirxan li ber dilovaniya Xwudê li 15/07/1951’an, ew rengî vesehîna (version of) alfebêya latînî ku mîr C. Bedixan afrandî li sala 1931’an, û çapemeniya wê belav kir li 15/05/1932’an li bin namî ( Hawar), hinek kêmasî di nav wê alfebêyê da hebûn, wekî:
        – Rengî rêzkirina tîpan li pê-hev, li gor kovara Hawar, ev bû:
        a, b, c, e, ç, d, i, g, h, x, ê, j, î, k, q, u, l, m, n, o, p, r, s, ş, t, û, f, v, w, y, z
        (li şûna rêzkirina îroj):
        a, b, c, ç, d, e, ê, f, g, h, i, î, j, k, l, m, n, o, p, q, r, s, ş, t, u, û, v, w, x, y, z
        – Dîsan li gor kovara Hawar, ew nivîsa (k) bi dengî (q) dihat lêvkirin, û ew nivîsa (q) bi dengî (k) dihat lêvkirin. Wûşmê jî ev peyv bi vî rengê dihatin nivîsandin:
        alfebêya Qurdî … (li şûna nivîsa îroj) … alfebêya Kurdî
        qa, qer, qom … (li şûna nivîsa îroj) … ka, ker, kom
        kîr kenc kelî … (li şûna nivîsa îroj) … qîr, qenc, qelî … whd

        Fermo girêdanka (link of) kovara Hawar li sala 1932’an, temaşe ke û ji xwe ra seh ke ji rûpela 25’an û pê van:
        https://archive.org/details/Hawarcilt1/hawarcilt1/page/n25/mode/1up?view=theater

        Ji bwer vê yekê jî komek mezin û fereh ji nivîskarên zimanî kurdî li sala (1960’î) an jî li sala (1961’an), wekî: Osman Sebrî, Qenalê Reşo, Cîgerxwîn, Şahîn Doskî … û pir kesên din jî hebûn. bi karî durustkirina alfebêya mîr C. Bedirxan ra-bûn, hem rêza tîpên alfebêyê li gor yê înglîzî weşandin, û hem jî nivîs û dengên van 2 tîpan (k) û (q) bi şûnê hev guhartin, ku ev vesehîna îroj li ber destî me der-ketiye hol û meydanê. Li vê yekê min ew pirsa silef kiribû, ma kîjan sala bû 1960 an 1961 … ???

        2- Pirsa duyem, heger tu dibihînî ku ev alfebêya nivîsa kurdî yê îroj sifte (kamil, perfect) ye, û ku hemû û tevahiya dengên lêvkirî bi zimanî kurdî li hember wî dengî tîpêek nivîsandî cihê xwe digire, ka em bineyrin û bibihîinin:

        Ça, çayî, çê, çî, çiya, çiyî … the mountain

        Ça /t͡ʃɑː/ … a mountain
        Ça /tʃɑː/ … a tea

        Çê //t͡ʃɪ/ … a mountain
        Çê /tʃɪ/ … well, good

        Çî /t͡ʃiː/ … a mountain
        Çî /tʃiː/ … what

        Kêm /kɪm/… a pyogenic liquid
        Kêm /cɪm = ḳɪm/ … less, few

        kerr /kar/ … donkey
        kerr /car = ḳar/ … deaf, hearless

        pê /pɪ/ … foot
        pê /ṗɪ/ … after, behind
        Em dinivîsînin: Li pê tê û dimeşe … ??? (li ser lingan ? an li paş ?)

        Kê /cɪ/ … will, shill
        Kê /kɪ/ … whom
        Em dinivîsînin: Kê kê bi xwe re bibe ?

        Çêr /t͡ʃɪɾ/ … tell, count, story
        Çêr /tʃɪɾ/ … face, visage

        Çêl /t͡ʃɪl/ … a cow
        Çêl, Çel /tʃɪl, tʃal/ … 40

        Tu /ṭɜ/ … you (singular)
        Tu /tɜ/ … nothing, nobody

        Çir /tʃər/ … to cut, to shrink
        Çir /t͡ʃər/ … bullshit, tuz (bi erebî)

        Çire /t͡ʃəɹa/ … lamp, lantern
        Çire, Çira /tʃəɹa, tʃəɹɑː/ … why, for what

        Kêlik /kɪləc/ … a bold, hairless head
        Kêlik /cɪləc/ … a grave stone

        Û wesan bi vî rengî mînek pir in û bi sedan in, heger em nebêjn ku bi hezaran in. An jî heger ev peyv nekevin li nav hevok û gotinê, ew dengî rast jî ji wûteyê re em nas NAKIN … !!!
        Û her pir jî ew dengî tîpa (K):
        Me gerek û bi dengî ( K ) a zelal were lêvkirin /k/ , an jî bi dengî ( K ) li dawiya peyvê /c = ḳ/ were bi lêvkirin ?

        dengî tîpa ( K, k ) li gor IPA (International Phonetic Alphabet):
        k … /c =ḳ/ ?
        k … /k/ ?

        Ma çima em gavek pêş-ketîtir (pêş-keftir) navêjin li nav taxim û sînora nivîsa alfebêya kurdî ? Dîrok ji me re dibêje:
        Tu (ti) nivîs ji cara silef va nehatiye siftandin (perfection) , lê her tim gav li pê gavê berve siftandinê ve dixuşe û diçe !

        Bimîne Xweşbar

Comments are closed.