Ziman
Hest, raman, stran û kene
Nalîn, birîn, xem, derd û kele
Şahî, xweşî, hogirî û rûple
***
Mamoste
Xweş mirov û hoste
Zanebûn û fêrbûna te bideste
Ger bihundir ket rabe û raweste
***
Ziman û mamoste
Ewin palên tu pê li ser lingan disekne
Zimanê kurdî zor şêrîn û dewlemend e
Fêr bibe ey keça Kurd navzirav û qende
Û xortê hêja û lewend û merde
Û ticar dest ji zimanê xwe hûn bernede
Ziman dayîk û welatê yekeme … yekeme.
15 – 05 – 2022
Silavên rind û xweş ji we re hoste can Beyar Robarî.
Berî her tiştîm roşan* û cejina zimanî kurdî li PÎROZ be, û bi rastî jî ev helbesta ku te nivîsandiye hêja ye ji bo nerx û buhatiya zimanî me yê kurdî.
Tenê hinek çewtebûnên çapemeniyê di nav helbesta te ra desbas derbas bûn, û êdî ez rind xweş dizanim ku gava tu helbestê dinivîsînî, tu pir li ra-sehkirinek din ve-nagerî.
(ez bi xwe jî weha dikim 60-70 % ji nivîsa xwe ez lê ve-nagerim !)
Lê min xwest ez vê helbesta te bidim ber pîvana ra-sehkirinê, û carek din ez wê diyarî te dikim !
Ziman
Hest, raman, stran û ken e
Nalîn, birîn, xem, derd û kel e
Şahî, xweşî, hogirî û rûpel e
***
Mamoste
Xweş mirov û hoste
Zanebûn û fêrbûna te bideste
Ger bihundir ket ra-be û ra-weste
***
Ziman û mamoste
Ew in palên tu pê li ser lingan disekine
Zimanê kurdî zor şêrîn û dewlemend e
Fêr bibe ey keça Kurd navzirav û qende
Û xortê hêja û lewend û merde
Û ticar dest ji zimanê xwe hûn ber-nede
Ziman dayîk û welatê yekem e … yekem e
——-
* P. S. (Pişta Sernivîsê):
Wûte û peyva (Roşan) bi zimanî kurdî ye bi taybet li nav zarava kurmanckî (dimilî, zazakî) pir belavkirî ye, û ji alî peyvnasî ve, ew ev e:
Roşan … Ro-şan
– Ro:
Ew stêra ku hesareya (extera, planet of) Erdê li der-dora wê digere, û jê ronî û germahiyê distînem bi înglîzî (the sun), û ji vê namî stêr ( Ro ) tev lêkera ( Jî: dijî, bijî, ve-jî …) ew peyva ( Roj ) der-ketiye qad û meydanê (Roj: ew dema ku RO tê-da dijî !), bi înglîzî (roj = day).
Pêşiyên me yên kevinar înan dikirin û bawer dikirin (mîtolojiya kurdî ya kevin), ku li her rojekê (every each day) ROYEKA wê yê taybet heye, û li dema roçî, ew RO diçe ber mirinê û xwînê dirijîne û bi rengî SOR dixemle.
Vê ramana mîtolojî hîşt ku ev her du peyv (RO) û (ROJ) pir caran tevehev bibin, ku êdî (ro) ji (roj)ê ve-naqete û cûda nabe, û pir caran jî ji peyva (roj = day) re were gotin (ro = sun) !
Û ev yeka (tevehevî navber Ro – Roj) heya nuha li herêma Çiyî Kurmênc (Afrînê) tê kirin.
* Ro + jî … Roj (day)
* Ro + çî /çû … Roçî /Roçû (sunset)
* Ro + nih (to set) … Ron (light, illustrate)
* Ro + zî /zîn … Roz /Rozîn (food, to fast) … meha Roziyê /Rojiyê !
– Şan:
Ew nîşana ku li ber çavan zelalkirî ye, bi înglîzî (to sign), û heya ku peyva kurdî (nîşan = nî-şan) bi xwe jî peyveke hev-bende ye.
— nih (to set) + şan (to sign) …. nî-şan –> nîşan
Û ev bi xwe jî namî meha 4’em e ji mehên salê ( meha Nîsanê = meha Nîşanê ).
tenê ew guhartina navber tîpên ( s ş ).
Bi vî rengî ev peyva kurmanckî (dimilî, zazakî) tê bi wateya:
Roşan … ew roya (roja) nîşankirî
Li henber peyva (Roşan) êdî pir hatiye belavkirin ew peyva (Cejin) li nav zarava kurmnacî, tevî ku bi xwe Kurmancan ji zarava soranî standine, û Soranan jî bi xwe ji zimanî farisî standine !
Wûşmê jî her tim vê pirsê ez dikim:
Gelo … Ma em kîjan wûte û peyvê bidin pêş, ew peyva ku 100% ji nav zaravên kurdî be, an jî ew peyva ku ji nav zaravên îranî be … ???
Bimihîne xweş-bar