Sherzad Zeynelabidin – Li duhoka min bêdengiye

Li duhoka min bêdengiye

Xemebay nê

 Esmanê te

Dagirtiye

Fihêtiye

Bêdengiye

Xemsariye

Diz û gendel

Yê lê diçerin

Dev jî li gelî daxistiye

Fihêtiye

Bêdengiye

Gel birsiye

Rabin Efrîn hawar diket

Ma we çiye ??

Gel têhniye

Gel birsiye

Yê bê moçe û

Xapandiye

Ma we çiye

Fihêtiye

Dê ka rabin

Dara zeytûn ê

Ji hejiye

Ger ew biçît

Birra hewe

Nê ji qurmiya

Ji birr kiriye

Eve ji mêje

Ji birr kiriye.

Sherzad Zeynelabidin

11/03/2018