Dermanê derdê me kurda , tev dizanin ka çiye
Lê çima kes na pêjîtin , nan pirre û zik birsiye
Bûne palêt evî û wê he , bo hestîka di dev beşin
Lew serî qed nahelînin ,tijî çava xoliye
Dikem qêrrî dikem gazî , sih çil sale ha nemam
Kes nahêtin li vê hewarê , lew me roja tariye
Di vêt bêdeng em nemînîn , çi xebata sar û bar
Milletê may li hûviya me , her hewar û gaziye
Gel hemî rizgarbûn evro , em bi tinê mayne li paş
Sed mixabin bo me kurda , her kesî ber li pariye
Wek berpirs bûne bazirgan , şa’îr bûne ked firoş
Keçên şerrvan ka hûn rabin , ax we Şêrzad goriye
Ev xebata hizar sala , ya çawa nêzîk di bît
Ger êk bigrin dê bi cih hêtin , ya ji me kêm hişyariye ..
Şêrzad Zeynelabidîn
22/05/2011
Dîwana : Kobanê