Were tu bala xwe pêde
Hovên Tirkan hatin ji wê de
Bi tank û topavêj û balefirê ve
Barandin gund, bajarok, deşt û çiyê ve
Kurd koçkirin ji salekê û pêve
Talankirin mal, dikan, mizgeft û dêre
Û serê mirovan jêkirin wek berxê nêre
Kesî tiştek negot jêre
Ji tirkên faşîst neyêre
Û nepirsîn: Ev çi jehir û kêr e??
Bo hûn kurdan didin ber dêre!!!
***
Were tu bala xwe pêde
Bi rewş û rewa rindê de
Bihûşta Yazdan li gerdûna erdê de
Ax û warê zêtûn, aştî û evînê de
Di bin destê çete û tundrewên Erdoxên de
Xemgîn û tarî rûyê xwe, meha reşemê ye
Ev encama dagirkariya “birayê” musliman û hevwelatî ye
Pêkat ev bipiştgirya ENKS ê û razemendiya Meleyê Êlê ye
Û bêdengiya serokatiya PKK ê û rêberên wê ye
Min got û her dibêjim: Efrîn bê bav û dê ye
Dem ne dema kel û girî û bergera Xwedê ye
Rê li pêş Efrîniyan tune ji bilî mil bi milê ye
Û berxwedan ta derînin dijminê Xwedê û jiyanê ye
Tirkên hov û kujdar dijminê kurdan hîro û sibe û berê ye.
19 – 01 – 2019

