Xebat!
Ey kurê Robariya xweş navçeya welat
Te kir kar û xebat
Wek lehî û lebat
Ji xortaniya xwe de ta tu biserxwe hat
Jibo doza gelê xwe û welat
Û axa Efrîn û kevirê wê û lat
Te nizanî çî ye rawestandin û vehes û keyferat
Jiyana xwe te diyarîkir niştiman wek xilat
Jibo azad û serxwe bibe war û welat
Jiber wê te berê xwe da eniya şer wek şervank mert
Di şer de ger bi serketî û ger bi binket
Te berxwe da ta tu rastî cangoriya xwe hat
Li te pîroz be cangorî pismam û ev rûmet
Û biqurbanî te hezar kurdên bênamûs û rûmet
Yên destên xwe kirinî destên dijmin û vêre bûnî yek
Û ewên berê xwe danî biyaniyê û li pê xwe hîştinî Efrîn bindest
Her xweş be bîrewera te û zîndî bimîne navê te pismam XEBEBAT.
26 – 05 – 2019
——————-
Cangor Xebat: Navê wî yê rastî Rêber Mûrad Robarî ye. Di sala 1995 meha kewçêrê de, li bajarê Helebê ji dayîka xwe bûyî. Navê bavikê Abdul-Rehman e
û navê dayîka wî Emîne ye. Cangor Xebat di 18 salî ya xwe tevî refên YPG bû, û ciyê xwe di gelek cengan de girt. Û di sala 2016 `an de ew anîjiyan bû û çû ser dilovaniya xwe di şerê navbera şervanên YPG û komen tundrew de. Hezar rehme li giyanê pakrewan Xebat û hemî hevalên wî bin.

