Dijmin dijmin e
Çi mêr e û çi jin e
Û ji beredê kal û bavên me gotine
Tirk neyarê meyî herî mezin e
Ew hov dijî hebûna te û min e
Ticar bawerî nabe bi gurê dev mezin e
Kurd bi sernakeve ta em dudu ne
Bi perçebûne me neyaran em têkbirine
Kuştina bêgunehan ji hovên Tirkan re
Ji vexwarina avê hêsantir e!!
JI bilî berxwedanê bawerkin, rê li pêşîya Kurdan tune
Çîrok aşkere ye û pir kin e
Û pêwîstî bi guftûgoyê tune
Û dest berdin ji ew xenazên xwe firotinî dijmine
Ev bîrûbawerî û helwesta min e.
26 – 02 – 2020
——————————————————————
Xwûşk û birayê birêz,
Dijminên gelê Kurd, Tirkên rû reş, hîro carek Gundê Aqîbê mezintirîn gundên Robariyan, dan ber top û fûzan û di vê êrişê de malbet tevde cangor ketin.
Malbet bixwe ne ji gunde Aqîbê ne, ew ji gundê Birêmcê ne navçeya Mabeta, wan ji dest hovîtiya Tirakan û hevalbendên wan ji gundên xwe derketin û berê xwed dan Çiyayê Lêlûn – navçeya Robariyan herêma Efrînê û li gundê Aqîbê kû wek kela berxwedanê tê nasîn û bi dehan cangor danî, bicî bûn.
Lê dijminê xwûnvexwar ew bihalê xwe nehîştin û li vî gundî kuştin.
Navên wan:
Fatme ji gundê Behdîna – Efrîn (jina kek Hesen)
Sirûşt: 12 salî (keça kek Hesen)
Hesen Hec Ezet.
*****************

