Niştimanê Kurdan –  Beyar Robarî

Ji Horan¹ ta Horan

Ev axa me ye û niştiman

Ji kendav ta deriya Gewir û Reş

Tev Qezwîn warê me Horan e û dîroka geş

Ji Qersê ta Şerîn Qesrê

Ji Ûrê ta Ûrê para me ye lê por sorê

Ji Îlam û Somer

Ta Sasan û Baban buhûşta me ev niştiman

Ji Medan ta Mîtan

Û ji Hisî ta Ugarêt û Golan axa me Kurdan

Ji Heleba mîran ta Behbehan

Ji Kerkûk ta Şengal warê me ye Kurdistan

Ji Bexda ta Efrîna buha

Ji Cîhan ta Dîlok û Cizîra Bota

Cî û warê bab û kalê me Kurda

Û ticar guh meda dagirkerên Ereb û Tirka.

30 – 08 – 2021

——————————————————-

Ji Horan ta Horan: من حران إلى حوران

Cîhan:  مدينة كردية تقع شمال خليج ألخ (إسكندرون)

Alax (Lawirîn): الإسم التاريخي لمنطقة إسكندرون

************************************