We bi du awayan bandor li vî welatî kiriye:
Dixuyê ku ne lihevhatî ne, mirovên ku xwedî helwestên cûda ne, li pişt hev û rûbirûyê bi her awakî cenga hev din dikin.
Rewşa li welat, di malbat û derdorên Civaka Kurdan de ji ber vê yekê pûç dibe.
Ji aliyê din ve, tu şîret ji aliyê Welatparêzan ta aniha alîkarî nake ku cenga navxoyî raweste.
Di dîroka kurdan de her tim polarbûn hebûye. Lê belê di vê qeyranê de, dixuye ku civata me gelek tiştên qenc di Kultûra me de hebûn ku me berê digihandin hev winda kiriye.
Her wiha baweriya Millet bi hêza serdariyê kêm bûye û roj ji rojê kêmtir dibe.
Gelek bawer dikin ku em dikanin problêm û Pirsgirêkên xwe têxin bin kontrolê û wan bi awakî rastane çareserbikin, Lê Gel ji ber cenga navxoyî bi siyaset û saziyên Serekan ketiye bin Gûmanan.
Gel û bi taybetî jî nifşê ciwan ji giranbûna aloziyan ji pêşerojê bê hêvî bûye û berê xwe dide koçberiyê.
Welatê me Zarokên xwe wenda dike, çewtiya siyaseta Rêberên Hêz û partiyan ciwanên Kurdistanê berv bi sînorên koçberiyê dide.
Sedemên vê yekê hene:
Di têkoşîna li dijî Kolîdaran û ji ber pêkhatiyên pûç li ser destê siyasetmedaran de, em gelek caran rastî şikestin û hilweşandinan hatin, ez kanim bêjim ji Kortekê dikevin kortek kûrtir û rewşa welat her kambaxtir dibe!.
Polîtîkvan bilî ku ji şaşiyên xwe vegerin û lêborînê ji Millet bixwazin her li ser wan nerastiyan serhişk dimînin û biryaran didin û neçar in ku wan sererast bikin.
Em dibînin ku biryarên siyasî yên pêşerojê her di çarçwa cenga hev û dine, bi kîn û ajîtasyonê di neqeba Partiyan û hêzên Siyasî de dijwartir dibe.
Banga tundûtûjiyê an jî derketina tundiyê hîn kambaxtire û kînê dijatiya hev û din xurtir dibe.
Û bi rastî ev ne hemû ye:
Her dem ez bang û hewar dikim û hinek biyanî jî li me bang kirin ku em dijatiya hev û din bidin alî ta ew bikanibin xwe ji mafê mère bibin piştgêr û dost û bibin yek û wê yekîtiyê biparêzin, tiştê ku azadiya me ji me direvîne Kîn, dilreşî û cenga navxoyî ye.
Ezezî û zikreşî me ji serbestbûna welat bidûrdixe û dihêle em her dem bi nakokîya navxoyî mijûl bibin.
Werin em hemû karê lihevhatinê, diyalogê, ji bo dûrxistina metirsiya xebatê bikin.
Her şer tenê têkçûna heyîna me û windakirina Nasnama meye.
Lê: Gelo bi rastî em li ber kêşeyên vê demê ne?
Ma rêyek me tune ku em pêşde biçin?
Helbet ez niha jî nikanim rêya derketina ji hemû qeyranan nîşan bidim. Lê hûn hemî dikanin hêvî bikin ku bi yek rêz û yek armanc emê baştir bikanibin hêviya Qehreman û Şehîdên rêya azadiyê bicih bînin û ez vê yekê bi baweriya herî mezin dikim.
Ibrehîm Şitlo
Kurdish&Islamic Studies association
Member of EJU
06.04.2022
Tev silavên xweş û bi rêz bira can Îbrahîn Şitlo
Ew gotim û ramaên we rast in û di cih da ne, her tim civaka me Kurdan, û bi taybet ew tevgera me yê sêyasî, lewastir dibe û çûktir dibe û mîna qetandinekê ketiye navber nefşên nû ji ciwanan û navber sêyasedarên (sêyasemedarên) Kurdan yên ji nefşa kevin.
Li bin bandora vê rewşê yê li pêş çavên me, ne dûr e li paşerojê (future) de, ew qetandin navber her du aliyan dan êdî bibe çirandina bi tevahî û giştî, ku deng û bang û gotinên pêşiyan (kevinaran) rawestin û derbas nabin paşiyan (nebiyan) !!!i
Yek ji mestirîn û gewretirîn aloziyên me, bi taybetî di nav sêyasetê de, partiyên me Kurdan êdî rê li pêş erqa “Nû Vejandina Xwînê” sekinandine û ziya kirine bi erqek (ramanek) nû, û ew çend dilopên xwînê jî yên ku tên vejandin, li vir û li wir, ew jî di nav rêya erqa kevin ra diçe … !!i
Yan jî bi rastî ku ew çend dilopên xwînê nû ne, lê hiş û mêjiyên wan ji hiş û mêjiya pêşiyan e ! Tu dikanî bi ve-hesî bibeyî (bibêjî):
Ew paşiyên mirî ji gorê der-xistine û ji nû va û bi laşek nû li nav partiyan bi rê-xistine !i
An jî mîna gotina Çayî Kurmênc:
Ew bar û berî kevin li me barandine …!i
Ez bi xwe dibihînim ku yek ji wan tiştên her xerap ev e: Ew awrên (ewrên) gunamtiyê li navber paşiyan û pêşiyan, em dibihînin û temaşe dikin ku çilo (çi tonî, çawa) partiyên me ne zelal in tev gelî xwe ra di pir cihan de, wekî:
Doza ve-kolîna sedemên şikestina Pêşmergehan li sala 2014’an li pêş DAÎŞê, û namên wan çend pêşmergehên ku revînî, kî bûn ew … !? Ev dozek mafdarî ye, û ji mafê Şengaliyan e û Kurdan bi giştî nas bikin wan çend pêşmergehên tirsonek û revonek, ji ber ku me Kurdan ax û ewlekariya xwe me da-niye bi dên li ber destî pêşmergehan, û yî ku duho û pêr em li Şengalê û Kerkûkê firotin, wê siba û du-siba jî me li Silêmaniyê û Hewlêrê jî bifiroşe ! Û heya ew ḳurma neyê dihîtin, dê her tim dara me bi ḳul û derd bimîhîn (bimîn), ev li başûrî Kurdidtanê.
Û li rojavayî Kurdistanê jî, ew doza revandina zarokên Kurdan yên kêmî 18 saliyê ji alî tevgera Ciwanên Şoreşger va, yî girêdayî apciyan bi taybet (apocî: hinek endamên PKKê ku partiyek nû afirandine di nav PKKê da bi namî apocî, ku dibihînin apo ji PKKê bi giştî zanetir e), roj pê rojê em çîrokên revandina zariyên Kurdên rojavayî dibihîsin, li vir û li wir, ew keç û lawên (12, 13, 14, 15, 16…) salî, “apocî” kê bi xwîna zariyan (Biratiya Gelan) ava bikin, ji ber merovên mezin û bi raman nayên xapandin bi siloganên apociyan ne wekî zariyan … !!!i Lê gava ku dê û bavên wan zariyan der-dikevin pêş torên medyayî û banga ve-gerandina zariyên xwe dikin, li bin siya şermbûnê û fedîbûnê ew tevgera girêdayî apociyan bi namî Ciwanên Şoreşger, wan zariyan ve-digerînin, ji ber ku PKKˈê li rojava li ser Nasname ya NY (UN) mûrandiye (îmze kiriye) yê ji bo Mafê Parastin a Zariyan ji Şeran. Tevî ku bi 10ˈan û bi 20ˈan ji wan zarokan vegerandine, lê heya nuha jî qet nehatine naskirin ew kesên ku bi wî karî ra-dibin ji tevgera Ciwanên Şoreşger li pêş kamêran, çima … !? Û kîjan kesa ji Rêveberiya Xweser tevgera Ciwanên Şoreşger diparêze ji pirsê û ji sûcdarî û gunehbariyê li gor yase û destûra rêveberiya xweser bi xwe … !?
Yanê ev mînekên bi çûk li ser rewşa hinek DOZÊN WUNDAKIRÎ li nav civata kurdî û bi destên partiyên Kurdan bi xwe, ku ji me ra nîşan dide ka ku çawa partiyn me rêdar (qanûn) û destûran da-dihînin (da-tînin) û pê ra jî bi lingên xwe pê-le wan rêdarên dikin, qet rêzê nadin rêdar û destûrên xwe
Ev tişta dihêle civata kurdî ji derdora her du serhilatên kurdî (başûr û rojava) bireve û bixeyde, û pê re jî û bi rengekî awtomatîkî ew her du serhilat lewaz dibin û melûl dibin li hember dagirkeran. Û her du serhilat jî dikanin civatê kurdî ji nû va li xwe kom bikin heger wan rêdar û destûrên xwe bi cih bikin !i
Ev ji bilî dozên gendaliyê ku belav bûne li nav her du serhilatên kurdî, çi herêma Kurdistan û çi Rêveberiya Xweser
Rast e ku dijmin û dagirker şer û me dike, li qada aborî û cengî û sêyasî. Lê mixa bin û tixa bin, lê dîsan jî dijmin nikane şerî li dij rêdar û destûrên her du serhilatan bike, em partiyên me Kurdan, bi xwe bi xwe, şer hil-dane li hember rêdar û destûrên xwe ku bi destên xwe da-nîne, û bi ligên xwe pê-le dikin û têve didin.
Ev serinca (şîrove ya) min berve dawî dibe, lê pirs dimihîne: Dê çawa ev tişt çareser bibe ? Û bername (program) ya çareseriyê çî ye ?
Bimihîne xweş-bar
Rêzan
hinek çewtebûnên çapandinê derbas bûne, wekî:
– Ew awrên (ewrên) gunamtiyê … Ew awrên (ewrên) gumantiyê
– Doza ve-kolîna sedemên şikestina … Encama doza ve-kolîna sedemên şikestina
– ji alî tevgera Ciwanên Şoreşger va, yî girêdayî apciyan bi taybet … ji alî tevgera Ciwanên Şoreşger va, yî girêdayî PKKˈê va bi taybet bi apociyan va
– û pê ra jî bi lingên xwe pê-le wan rêdarên dikin … pê ra jî bi lingên xwe pê-le wan rêdarên xwe dikin
– Û her du serhilat jî dikanin civatê kurdî ji nû va li xwe kom bikin heger wan rêdar û destûrên xwe bi cih bikin … Û her du serhilat jî dikanin civatê kurdî ji nû va li xwe kom bikin heger rêz û nerxê bidin wan rêdar û destûrên xwe û bi cih bikin
– Rast e ku dijmin û dagirker şer û me dike, li qada aborî û cengî û sêyasî. Lê mixa bin û tixa bin, lê dîsan jî dijmin nikane şerî li dij rêdar û destûrên her du serhilatan bike, em partiyên me Kurdan, bi xwe bi xwe, şer hil-dane li hember rêdar û destûrên xwe ku bi destên xwe da-nîne, û bi ligên xwe pê-le dikin û têve didin …
Rast e ku dijmin û dagirker şerî me dike li qada aborî û cengî û sêyasî. Lê mixa bin û tixa bin, dijmin nikane şer bike li dij rêdar û destûrên yên wan her du herêmên kurdî serhilatdar, ew şer partiyên me Kurdan yên serhilatdar bi xwe (ne partiyê derevî serhilatê) dikin li dijî rêdar û destûr ku ji xwe ra da-nîne, bi xwe bi xwe, PKKˈê li rojava û PDKˈê tev PNKˈê li başûr, şer hil-dane li hember rêdar û destûrên xwe ku bi destên xwe afirandine û da-nîne, û bi ligên xwe têve didin û pê-le dikinê, û rêzên xwe nadihin rêdar û destûrên xwe !i