Di Bîranîna Rêber Şehîd Musa Enter, – Prof.Ibrehîm Şitlo

Birîna Reş

Dewletên Amerîkayê yekbûyî di salên pêncî û şêstî yên sedsala borî de bi sedhezaran Ton

Tovê genim ji bo çandiniyê bi derman û jehrên kîmyewî li dijî kêzik û mişkan tê sterilîzekirin û ev ganim bi kêrî xwarina Mirovan nayê, ji ber ku jehirkiriye û li ser her Çiwalekî-Kîsekî jî bi Inglîzî hatiye nivîsandin-.Hilberîna zêde ya çandiniyê ya genim ji aliyê Amerîka ve ji bo çandinî û bikaranîna wek tov pêşkêşî Tirkiyê dike.

ji wê wek alîkarîya bêpere pêşkêşî Tirkîyê dikir da ku piştgirîya aboriya wê ya belengaz û endambûna Peymana SENTO(CENTO) û her wiha bi navê peymana Baxdayê jî dihat naskirin.

Para 21 Wilayetên Kurdan ji wî Genimî bi rêya Pangên Çandiniyê (Ziraat Bankesi) derbas Gundên Kurdan û dikete destê Cotkaran ku wan jî ji nezanîn û belengazî ew genimê Tovê yê Jehirkirî dikirin Ard û wilo nanê wî dixwarin.

Hemû Nifşê Kurdistanê yê ku Dayikên wan ew nanê Ardê Jehirkirî dixwarin û bi Şêrî xwe dimêjandin

Nasaxdibû, li Laşê Zarokan Kûnêrl bi rengê tarî çêdibûn û wirde wirde ew Zarok dimirin. Îca navê wê nasaxiyê li ba Kurdan bi navê:Birîna reş hate nasîn.

Rêber Mûsa Enter yekemîn Kes bu ku ev Sextekarîya Dijminê Milletê me anî Ziman.

Birêz Mûsa Enter Pirtûka xwe yekemîn bin navê wê nesaxiyê:BIRÎNA REŞ, bi tirkî KARA YARA di sala 1965 çapkir.

300 Heb ji vê Pirtûkê ji min re rêkirin Çiyayê Kurd û ji wir me li rojava belevkirin.

Prof.Ibrehîm Şitlo

Kurdish&Islamic Studies / August 8th 2022