Beyar Robarî-   Li bêdera me kurdan

Li bêdera me kurdan çawîr pir e

Lê rasthev hatin du kur qantire

Piştî çêrê wan kir tire .. tire

Me pirsî ev çi kerin û ji ku ne?

Gotin me navê yekî Kerdoxan e û ew pir dizure

Gor kere ew dixwaze tev balindan bifire!!

Û gotin yê duyemîn navê xwe Xamênayî ew jî dolqantire

Û wek hevalê xwe Kerdoxên ew jî birojane her dizure

Û dema ew duzurin agir ji diranên war difire

Kî ji wan ve nêzîk dibe yekser pênan lê didin û her ji dile.

28 – 11 – 2022

+++++++++++

Balind: طائر