Eyşe Şan   –   Beyar Robarî

Eyşe Şanê .. Eyşe Şan

Şêrîn deng û nazik can

Te hîştin li pey xwe, xweş kulam û stran

Tu hatî rakirin, bişêwak ne ciwan

Ev e rewşa hûnermend kurd û wêjevan

Bêkes û xwedîne seranserî jiyan!!

                      ***

Eyşe Şanê .. Eyşe Şan

Naziya dilan, lê dilovan

Ey dengbêja nazdar me kurdan

Dengê te, xemil û xweşiya niştiman

Mixabin li ber mirinê, tu bi te mayî ez qurban!

                      ***

Eyşe Şanê .. Eyşe Şan

Te hebû xweş deng û ciwan stran

Xweştir bûn ji gul û nêrgizan

Û şêrîntir bûn ji awaza bilbilên Kurdistan

Û germtir bû dengê te ji pêsîra dayîkan

Te kir hawar û nalîn jibo bindestan

Û te lorandin hest û xwaziyên evîndaran

Daxwaziya te bû azadî û serfiraziya Kurd û Kurdistan.

09 – 02 – 1997

+++++++++++++++

Eyşe Şan: (1938 Amed-1996 Izmîr)

Dengbêjek Kurd binavûdeng bû û wê xizmetek mezin ji çand û hûnera kurdî re kir. Lê mixebin dem ew mezin bû, kesek li wê xwedî derneket û dema anîjiyanbû heftakê kesî pênebihîst. Mixwebin rewşa hûnermend, wêjevan û nivîskarên Kurd gelekî xera be!! Hezer rehme li giyanê Eyşe Şanê bin û ciyê wê bihûşt be.

2 Comments on “ Eyşe Şan   –   Beyar Robarî”

  1. الاستاذ بيار روباوي إحترامي وتقديري
    لقد أحييت بهذه القصيدة ذكرى ملهمة للفنانة القديرة عايشة شان رحمها الله واسكنها فسيح جناته لقد تركت أثرا في قلوب الملايين بصوتها الشجي الآثر لقد كنا من محبيها في زمن عصيب كانت الفنانات بالقلة ٠ ولقد مثلت شعبها خير تمثيل وأبصمت على صفحات التأريخ المشرف ٠
    دمتم ولكم تحياتنا

    1. Xeca delal,
      Sipas jibo peyama te ye hêja. Ji bilî wê ez li gel te me kû hûnermenda me ya giranbuha xizmetek mezin kir jibo çand û hûnera kurdî û herwisa gelek zehmetî û êş di vê rêkê de dîtin.
      Çi ji dest dijminan û çi jî ji dest civaka kurdî ya mêranî. Tiştên min kirî ev erka ser milê min e wek ristevan û rewşenbîrekî Kurd. Û li gor min divê filmek li ser jiyan û hûnera wê were çêkirin. Û wek te gotî dengek wê pir xweşîk û delal. Mala xanim .“Eyşe Şanê” hezar carî ava

      Hezar mehrîbanî li giyanê “Eyşe Şana” me kurdan be û ciyê buhûşt be.
      ,Tev silav silav û rêz
      Beyar
      ++++++++++++++++
      Xec: navek kurdî resene û bixwe navê çîçekekê ye.

Comments are closed.