Çiyayê Kurd bi destê nezanan kirin Efrîn,
Efrîn jî biçûk kirin û bû Cindrês,
Newrûz bû kafir û qedexe kirin,
Bi xwîna çar şehîdan sorkirin,
Çar şehîd, çar roj serhildan,
Cindrêsê bang kir, hawar kir, giriya,
Lê Mixabim, li Efrîn, Raco,Mabeta û Bilbilê razane,
Jiyana wan mîna her rojane,
Cejna Remezane,çi îşê me ji Newrûza Kurdane?
Lê Dangê Gulên xwînmêj û hov giha her pênc aliyê cihanê,
Qêrîn û Hewara Şêrên Çiyayê Kurd sînor çirandin,
Fermandar gote Nokeran:Zûka,bikin:
Bela Liliyên wan Jinan li cindirpsê bi tepise,
Bela, Hawara wan Kurdan bi melise.
Li ser gotina wî:
bi lez û bez hatin nandoz,
ta hêrsa Millet sar kin,
bi fen û xapan, bi sozên derewîn,
Devê xwe vekirin û Benîştê Sultan cûtin û gotin :
ew kûştin bi destê nezanan çêbû,
haya kesî ji Bûyerê tinebû,
Lê borîn pêwîste, Denghildan ne raste !
hinek nandoz ji bakûr hatin û gotin :
Emê ji wan kujkeran bipirsin,
Ta em bizanibin,ka gelo kî Sûcdare,
Ka gelo çawa gule li wan çaran ket ?
Ka, rawestin :
çima em anaka vê bûyerê
Mezin û fereh dikin felaket?
Serhildan îro ji mere dibe qebahet,
Berî her tiştî, van Siloganan berdin,
û Ala hanî kesk û sor ji destan rakin,
Li Şûna wan, Ala Sultanê Islaman hildin,
Ta em li wî aqilmendî vegerin û bipirsin:
Ka tu çi dibêjî Sultanê Cihangîr ?
Vaye emê bidin wan Kurdan hinek Pûl û pere,
Bela, ji bîra bikin tolhildan û berdin
Van xeyalên vala,û emê ji wan re bêjin :
Van Çekdarê Şerqiyê û Siltan Mirad,
Ew Parêzên û dînqerdaşê wene,
Lê dilê Xwişk û Dayikên bi Lîliyan
Çar şehîdên azadiyê oxir kirin,
Wê her weke Agirê Newrûzê her sal gir be,
Lê dilşewata Dayik û Xwîşkên Şehîdan,
Xewa şeva nakeve Çavan ta ku dijmin dibe dîn û şête,
Lîlîyên Dayikan û banga Şhîd namirin,
Wê li serê Nandoz û Nokeran her dem bimîne agir û pête!
Ibrehîm Şitlo
25 Avdara 2023