Ibrehîm Şitlo – Birîna Kûr!

Çiyayê Kurd bi destê nezanan kirin Efrîn,

Efrîn jî biçûk kirin û bû Cindrês,

Newrûz bû kafir û qedexe kirin,

Bi xwîna çar şehîdan sorkirin,

Çar şehîd, çar roj serhildan,

Cindrêsê bang kir, hawar kir, giriya,

Lê Mixabim, li Efrîn, Raco,Mabeta û Bilbilê razane,

Jiyana wan mîna her rojane,

Cejna Remezane,çi îşê me ji Newrûza Kurdane?

Lê Dangê Gulên xwînmêj û hov giha her pênc aliyê cihanê,

Qêrîn û Hewara Şêrên Çiyayê Kurd sînor çirandin,

Fermandar gote Nokeran:Zûka,bikin:

Bela Liliyên wan Jinan li cindirpsê bi tepise,

Bela, Hawara wan Kurdan bi melise.

Li ser gotina wî:

bi lez û bez hatin nandoz,

ta hêrsa Millet sar kin,

bi fen û xapan, bi sozên derewîn,

Devê xwe vekirin û Benîştê Sultan cûtin û gotin :

ew kûştin bi destê nezanan çêbû,

haya kesî ji Bûyerê tinebû,

Lê borîn pêwîste, Denghildan ne raste !

hinek nandoz ji bakûr hatin û gotin :

Emê ji wan kujkeran bipirsin,

Ta em bizanibin,ka gelo kî Sûcdare,

Ka gelo çawa gule li wan çaran ket ?

Ka, rawestin :

 çima em anaka vê bûyerê

Mezin û fereh dikin felaket?

Serhildan îro ji mere dibe qebahet,

Berî her tiştî, van Siloganan berdin,

û Ala hanî kesk û sor ji destan rakin,

Li Şûna wan, Ala Sultanê Islaman hildin,

Ta em li wî aqilmendî vegerin û bipirsin:

Ka tu çi dibêjî Sultanê Cihangîr ?

Vaye emê bidin wan Kurdan hinek Pûl û pere,

Bela, ji bîra bikin tolhildan û berdin

Van xeyalên vala,û emê ji wan re bêjin :

Van Çekdarê Şerqiyê û Siltan Mirad,

Ew Parêzên û dînqerdaşê wene,

Lê dilê Xwişk û Dayikên bi Lîliyan

Çar şehîdên azadiyê oxir kirin,

Wê her weke Agirê Newrûzê her sal gir be,

Lê dilşewata Dayik û Xwîşkên Şehîdan,

Xewa şeva nakeve Çavan ta ku dijmin dibe dîn û şête,

Lîlîyên Dayikan û banga Şhîd namirin,

Wê li serê Nandoz û Nokeran her dem bimîne agir û pête!

Ibrehîm Şitlo

25 Avdara 2023