Ji Ramanên Ehmedê Xanî, – Ibrehîm Şitlo

Gerdê hebûya me Xwedanek,

Vîkra bikra me Inqiyadek

Tirk,Ereb û Ecem bitemamî,

hemûyan ji mere dikir Xulamî!

Gerdê hebûya me Qehremanek Mîna Melle Carek,

Li tenişta wî hebûya Ronakbîrek mîna Celalek,

Çep û rastê me ji mere dibûn Pepûk û Çêlek,

Gerdê hebûya me ji Kurdan Kurdek,

Ronakbîr, Dilsoz û Palewan,

Wê Jor û Jêr Welatê me nedikirina Talan,

Gerdê tunebûya me gelek partî û komcivîn

Ji Kurdan re pîwîstî nebû ev xwîn rijîn,

Kurd wê bimana li Gund û Bajarên xwe,

Weke Bitlîs û Wan, Kerkuk û Xaneqîn,

Gerdê nebûya me Eşîr,Ol û Stêrka sor,

Rî, Şalik, Fûte bi reng û rengên Reş û Mor,

wê ji destê me neçûya Urfa,Meraş û Mêrgesor,

Gerdê Reweşanbîr,Polîtîkvan û Niştimanperwer,

Rê ji wan re vebûya ta bikin xebata rizgarî

Serxwebûn, Azadî dikete destê me bi hesanî,

Gerdê me hebûya bawermendek,

Vîkra bikra li Sînor bikolana kûr Xendek,

Ji dora û hawîra me diparastin xêra Welat,

Kurdên Kurdistan dibûn xwedî Mal û Xelat

Lê bi Hêviya tenê rizgar nabe Welat,

Gerdê em dest û Milê xwe nedin hev Mîna

Xwîşk, Bira û bi Hêza Çemê Dicle û Ferat,

Emê her û ha bimînin bindest û bê Felat.

Ibrehîm Şitlo

07.08.2023

Canê Ehmedê Xanî hezar û hezar car Şad be.