Beyar Robarî  –  Helbesta min

Lo lo!

Helbesta min avzêrîn e

Wek war û evîn şerîne

Wek neynik tu xwe têde dibîne

Lê lê!

Helbesta min nazenîn e

Di tengiyan de hêviyê bi te dimîne

Û ji deraqên xerab ew dertîne

Lo lo!

Helbest min jîn e

Di baran û germiyê de tu li heva xwe dibîne

Û di sermê de germiya dilan bi te dighîne

Lê lê!

Helbest min bawerîn e

Û di tariyê de mûm û hêva çardehîn e

Û di zîndanan de viyana te diçespîne

Û deriyê azadiyê li te dimîne

Lo lo!

Helbesta min dilîn e

Bihest û germiya şoreşgeran hestan dihejîne

Kengî bû tu kanî wê bikêfxweşî bixwûne

Û ger te xwend sipasxweşiyê ji min ristevanî re bişîne.

25 – 01 – 2024