FÎSTANÊ TE KURDISTANÊ-   Beyar Robarî

Fîstanê te Kurdistanê

Nîne li ba gelên cîhanê

Û nejî welatên wan dilovanê

Ne bi xweşkiya xwe û nejî biderz û rengan lê ciwanê

Û ne bi dirûtin û nejî dabeşkirin û nejî bi wateyanê

Ev xemil û xêz diyarî te kirin xwedayê “Şemşûn” berî hezarsalanê

Çiya, deşt, gelî, gol, deriya, çem, robar, zêbar û keske zozanê

Jê girtin jinên Kurd reng û şêweyê fîstanên xwe û banser û şalê

Xeberdidin ew çîroka Xweda û netewa Kurd û avakirina Kurdistanê

Ji Gozana ta Hemûkaran, Sumer, Îlam, Kaş, Mîtan, Sasan û Botanê

Ez roja cilûberg û kincên kurdî lê nazdarê

Li we hemî jinên Kurd pîroz dikim li seranserî Kurdistanê

Neyarên me kurdan xwastin têkbibin çanda me lê Sobarê

Ziman, stran, reqs, edeb, cejn, dîrok, deyn, kevneşop, tore û dîlanê

Û ji holê rakin cilûberg û kincên ciwan wek xwezeya kurdistanê

Lê, ew biserneketin û nejî biserdikvin nehîro û nejî piştî hezarsalanê

Jiber gelê Kurd zîndî û zîndî dimîne wek Ferat û Têgrîs û Çiyayê Sîpanê.

11 – 03 – 2024

++++++++++++++++++++++++++++++

 

Banser: غطاء الرأس الكوردي الخاص بالنساء