Rê di zanim – Şêrzad Zeynelabidîn

Êketîya tev kurdan im
Kilê çavê du Leylan im
Da’wet kirîyê daweta
Mazlum Dogan im
Vexandî yê nav dîwana
Mehmud yezîdî û Qasimlo û
Mame rîşe û
Tev şehîdên Kurdistan im
Rê di zanim
Ney ji van û ney ji wan im
Dengê sora û
Lor û Lik û Badînan im
Bimrim bo serxwebûn a te
Ho welato
Ne yê bi xem û peşêman im
Wez ket me derya çavên te
Li şeva tarî
Rêvingekê bê xudan im
Dil bi êş û bar giran im
Ser gemya kul û xeman im
Ji hez kerên serxwebûnê ra heyran im
Dujmin ê pîs û caşan im
Dijî gendelî yê û dizan im
Tuza bin pê yên pêşmerg e û
Gêrîlan im
Bo Amedê Qamîşlokê
Mehabad ê dil wêran im
Fireka ba yê çîyan im
Qurçeka ava kevyan im
Bo ser lêvên çar birîn a
wez derman im
Ji alyekî ve, Ji mîrgeha
Wan û çîya yê Sîpan im
Ji alyê din ve ,Berwarî me
Kevne dareka çîya yê
Metîn a nim
Rê di zanim
Êketîya tev kurd a nim
Babê Sîpan û Alan im
Her evîndarê caran im
Bo serferazîya kurda
Ne yê bi şik û bi goman im
Rê di zanim
Êketîya tev kurdan im
Şêt û şeyda yê çîyan im
Dil bi êş û cerg bi jan im
Ji bo axa teya têhnî
Hûr baran im
Bo tevrî yên te yên sêwî
Bo kevotên te yên bawî
Wez xudan im
Ji bo rez û rêlên sotî
Wez pêjan im
Bo mamiza
Dij bi cerde û hemî diza
Wez şivan im
Êketîya tev kurdan im
Rê di zanim
Lê bê pişt û sergerdan im
Dijî ked xara û
Xwe froşên nezan im
Gelî kurdîn
Çi ol bin hûn
Çi zarawe ,çi mezheb bin
Bes êk bigrin
Ji hewe hemya ra qurban im
Nê xerîbê hevristan im
Yê siha sêv û bihan im
Nê wez pîr bûm
Pişt kivan im
Kes guh na dete rastî yê
Da roj bi helêt
Bo wî demî dîdevan im
Bo kudîkên te yên sava
Ji bo kanî û com û ava
Wez semyan im
Bo dîtina kêrî û gunda
Xandina pepuk û kunda
Ronahî ya çira û finda
Yê bi jivan im
Bo bêrîya meşkê bi kêt
Mazî çina lavja di bêt
Ew kanîya ,ji nûuve bi zêt
Bo Goran ê
Zêrevan im
Bo rêving ê şeva tarî
Bo mizgîn yê derî veke
Ha nêzîke evro sibe
Wez mêhvan im.
Şêrzad Zeynelabidîn
19/08/2009