Dîsan hat Newroz-   Beyar Robarî

Dîsan hat Newroz

Dîsan hat Newroz

Li gor jinvana me û soz

Û nexwar sozê xwe û nejî roz

Hilde serî jin û mêrê Kurd û poz

Ticar namire ev cejn û doz

Ev cejna pîrozkirî ye xwedayê me Dêmûz

Ez didim te keçê sond û soz

Bişopînim vê rêçê ta biserî dibe pirs û doz

Doza azadiyê û serxwebûna welatê pîroz

Tu jî dozeke wek min û bide sond û soz

Kû em bihevre bidin ser vê rêkê rêya roz

Û her pîrozkin sal bi sal CEJA NEWROZ

Pîroz be cejna hemû kurdên binamûs û dilsoz

Li koçeberiyê û seranserî Kurdistan bost bi bost û koz.

19 – 03 – 2024