(1919 – 2019)
Ala me kurdan
Rengîne wek bax û bustan
Şêrîn xweşiya xweşiya jiyan
Tê her pêl bidî li ser lotkan
Ç li deşt û newal û zozanan
Û bixemlînî kolan û meydan
***
Ala welatê min Kurdistan
Tuyî sîmbol û taca me kurdan
Şêrîn û ciwanî bi wan rengan
Rengê kesek sirûşta Kurdistan
Û sor, xwûna cangorên qegreman
Û rengê sipî riyê çiyayê Agirî û Sîpan
Û zer ro nîşana ola Zardeştî û Êzdîxan
***
Ala me kurdan
Ta hene keç û xortên dilovan
Azadxwazên axa Kurdistan
Wek L. Qasim, Mezlûm û Arîn Mîrkan
Tê pêl bidî bê rawestan
Û kesek nikane te daxîne ji ban
Emê te biprazên wek parastina çavan.
21 – 10 – 2016
————————————————————
Roja 17 meha berfnebarê (17/12 ), roja ala Kurdistanê ye. Hîsal sedsal di ser avakirina va ala pîroze (1919 – 2019). Ez vê cejnê li hemî kurdistaniyan û bi taybetî gelê Kurd dikim. Bijî Kurd û Kurdistan û bijî ala meya pîroz û zor ciwan.

